Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 3:33 - Peymana Nû (Încîl)

33 Yê ku şeʼdetîya Wî qebûl dike, ew mak dike ku Xwedê rʼast e.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

33 Yê ku şahidiya wî qebûl dike, mor dike ku Xwedê rast e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

33 Йе кӧ шәʼдәтийа Ԝи ԛәбул дькә, әԝ мак дькә кӧ Хԝәде рʼаст ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

33 هَچی کَسه گو شَهادَتا وی قَبول دِگَت، سَر وه یگه مُهرا تأییده له دِدَت گو خدا حَقَ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 3:33
17 Referans Kwoze  

Bi vê yekê Xwedê xwest wanarʼa, yêd ku wê soz jê bistandana hê bida kʼifşê, ku ew qirara Xwe naguhêze, îdî sozê Xwe bi sondxwarinê şidand.


Yektîya Wîda hûn necihû jî bûne pʼara Xwedê, gava we xebera rʼastîyê, awa gotî Mizgînîya xilazbûna xwe bihîst. We bawerîya xwe Wî anî û bi Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî hatine morkirinê.


û mora Xwe danî ser me, Rʼuhʼê Pîroz kire dilê me çawa bihê ji ber sozê Xweva.


Lê Xwedê şeʼde ye, ku sozê me werʼa nebûye «Belê» û paşê «Na».


Bona xwarina pʼûçʼ nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jîyîna hʼeta-hʼetayêda dimîne, kʼîjanê Kurʼê Mêriv wê bide we, çimkî Bav Xwedê mora Xwe li Wî xistîye».


Gelek tişt hene, ku Ez derheqa weda bêjim û dîwana we bikim. Lê Yê ku Ez şandime ser rʼastîyê ye û çi ku Min ji Wî bihîstîye, Ez dinyayêrʼa wê dibêjim».


Û paşê ewî sinetbûn nîşan stand, çawa mora rʼasthʼesabbûnê, bi wê bawerîya xweye berî sinetbûnê. Bi vî awayî Birahîm bû bavê hʼemû bawermendêd nesinetbûyî, wekî ew jî rʼast bêne hʼesabê


Awa pey vê kirinêrʼa, gava kʼomeka tʼopkirî bigihînime cî, ezê bêm cem we, ji wir derbazî Spanyayê bim.


Heger ez şandîyê hinekêd mayîn nîbim, lê belê bê şik şandîyê we me! Çimkî mora şandîtîya min hûn in, ku pʼara Xudan kʼetin.


Û Rʼuhʼê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi Kʼîjanî hûn bona Rʼoja Azayîyê hatine morkirinê.


Lê belê hʼîmê ku Xwedê danî qedîm dimîne û ev mor ser e: «Xudan yêd pʼara Xwe nas dike» û «Her kesêd ku navê Xudan hildane ser xwe, bira ew ji neheqîyê dûr bin».


Heger em bêjin: «Me gune nekirîye», em Wî derewîn derdixin û xebera Wî nava meda tʼune.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite