Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 3:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Kesek hilnekʼişîyaye eʼzmên, pêştirî Ewî ku ji eʼzmên peya bû, Kurʼê Mêriv.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Ji bilî Kurê Mirov ê ku ji ezmên hatiye, tu kes derneketiye ezmên.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Кәсәк һьлнәкʼьшийайә әʼзмен, пештьри Әԝи кӧ жь әʼзмен пәйа бу, Кӧрʼе Мерьв.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 چه کَس ژِلَل نَچویَ بُ اَسمانی، خِنجی اَوه گو ژه اَسمانی ژُردا هات، آنی گوره انسان.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 3:13
24 Referans Kwoze  

Çimkî Ez ji eʼzmên hatime xwarê, ne ku xwestina Xwe bikim, lê xwestina Wî, Yê ku Ez şandime.


Rʼast e Dawid neçûbû eʼzmana, lê wî xwexa ev yek got: ‹Xudan gote Xudanê min, kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê,


Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.


Merivê pêşin ji xwelîya eʼrdê bû, merivê duda ji eʼzmên bû.


Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa vegerʼe cem Xwedê.


Lê rʼasthʼesabbûna ku ji bawerîyê ye, aha dibêje: «Dilê xweda nebêje: Kʼê wê rʼabe eʼzmên?» (awa gotî Mesîh jorda bîne),


Lê hingê hûnê çi bêjin, heger bibînin Kurʼê Mêriv rʼadibe wî cîyê ku berê lê bû?


Ewê ku ji jor hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye. Ewê ku ji vê dinê ye, ew yê vê dinê ye û ew ji vê dinê xeber dide. Lê Ewê ku ji eʼzmên hatîye, Ew ser hʼemûyarʼa ye.


Bi vê yekê Ez nabêjim, ku kesekî Bav dîtîye. Ewê ku ji Xwedê ye, tʼenê Ewî Bav dîtîye.


Û digotin: «Ne eva Îsayê kurʼê Ûsiv e, ku em dê û bavê Wî nas dikin? Îdî eva çawa dibêje: ‹Ez ji eʼzmên hatime xwarê›?»


Bavo, bi wê rʼûmeta Mine ku hê berî eʼfirandina dinyayê li cem Te hebû niha Min rʼûmet ke li ber Xwe.


Îsa wanrʼa got: «Heger Xwedê Bavê we bûya, weyê Ez hʼiz bikirama, çimkî Ez ji cem Xwedê rʼabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê Ewî Ez şandime.


Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».


Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji eʼzmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê».


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»


Civîn jî bedena Mesîh e, tʼemambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî tʼemam dike.


Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».


Heger Ez derheqa tiştêd li vê dinêda werʼa dibêjim hûn bawer nakin, lê wekî derheqa tiştêd li eʼzmana bêjim, hûnê çawa bawer bikin?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite