Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 21:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Îsa wîrʼa got: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye? Tu pey Min were!»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Îsa ji wî re got: «Eger ez bixwazim ew bimîne heta ku ez bêm, te çi ji vê ye? Tu li pey min were!»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Иса ԝирʼа гот: «Һәгәр Әз бьхԝазьм кӧ әԝ бьминә һʼәта Әз бем, чи тәрʼа йә? Тӧ пәй Мьн ԝәрә!»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 عیسی گُتَ پِطرُس: «هَگو اَز بِخازِم گو حَتا اَز تِم اَو ساخ بِمینیت، تَ چِژَ ویَ؟ تِ دوو مِدا وَرَ!»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 21:22
20 Referans Kwoze  

Û Ewî wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku nebînin Pʼadşatîya Xwedê bi qewat tê».


lê tʼenê çî we heye qewîn bigirin, hʼeta ku Ez bêm.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Ezê zûtirekê bêm, çî te heye qewîn bigire, wekî tʼu kes tʼacê te nestîne.


Awa xûşk-birano, sebir kin hʼeta hatina Xudan. Dîna xwe bidinê, cotkʼar hîvîya berê eʼrdêyî bi qîmet e, bona wê yekê sebir dike hʼeta barana pêşin û paşin lêde.


Her car, gava hûn vî nanî bixwin û ji vê kʼasê vexwin, mirina Xudan bikine dengî, hʼeta hatina Wî.


Wî ev yek got, da eʼyankirinê ku ewê bi çi cûrʼe mirinê rʼûmetê bide Xwedê. Pey vê yekêrʼa Wî Petrûsrʼa got: «Pey Min were».


Bona vê yekê hûn jî hazir bin, çimkî Kurʼê Mêriv wê sihʼeteke usada bê, ku hûn ne çʼeʼvnihêrʼî ne.


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm. Xwezî li wî, yê ku xeberêd pʼêxembertîyêd vê kʼitêbêda xwey dike!»


Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


Gava Kurʼê Mêriv tʼevî hʼemû milyakʼeta û rʼûmeta Xweva bê, hingê wê ser tʼextê Xweyî rʼûmetê rʼûnê


Çimkî çawa birûsk ji rʼohilatê birq dide û hʼeta rʼoavayê xuya dibe, wê hatina Kurʼê Mêriv jî usa be.


Çaxê Ew ser çʼîyayê Zeytʼûnê rʼûniştibû, şagirtêd Wî tʼenê hatine cem Wî û jê pirsîn: «Bêje me, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û nîşana hatina Te û axirîya vê dinyayê wê çawa be?»


Lê Îsa jêrʼa got: «Tu pey Min were. Bira mirî mirîyê xwe defin kin».


Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.


Petrûs gava ew dît, ji Îsa pirsî: «Xudan, lê îjar evê çawa be?»


Belê kʼî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kʼofîya em pê difirʼin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina Wîda, heger ne hûn?


Hûn jî sebir kin, gumana xwe unda nekin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite