Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 21:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Îsa wanrʼa got: «Werin teʼştê bixwin». Ji şagirta tʼu kesî jî turuş nekir ku jê bipirsîya: «Tu kʼî yî?» Çimkî wana zanibû ku Ew Xudan e.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Îsa ji wan re got: «Werin taştê bixwin.» Ji şagirtan tu kesî newêribû ku jê bipirse: «Tu kî yî?» Çimkî wan dizanibû ku ew Xudan e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Иса ԝанрʼа гот: «Ԝәрьн тәʼште бьхԝьн». Жь шагьрта тʼӧ кәси жи тӧрӧш нәкьр кӧ же бьпьрсийа: «Тӧ кʼи йи?» Чьмки ԝана заньбу кӧ Әԝ Хӧдан ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 عیسی گُتَ وان: «وَرِن تاشته بُخُن.» شاگِردا چی یگا نَوِرا ژه وی پیسیار گَن، «تِ که ای؟» چون گو اَوان دِزانین گو اَو خاده یَ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 21:12
9 Referans Kwoze  

ne ku hʼemû cimeʼtêrʼa, lê wan şeʼdarʼa, yêd ku pêşîyê ji alîyê Xwedêda hatibûne bijartinê, awa gotî merʼa, yêd ku pey mirin-rʼabûna Wîrʼa tʼevî Wî xwarin û vexwarin.


Îsa zanibû ku ew dixwazin jê bipirsin, hingê wanrʼa got: «Hûn bona vê gotina Min ji hev dipirsin, ku Min got: ‹Hinekî şûnda hûnê Min nebînin› û dîsa ‹hinekî şûnda hûnê Min bibînin›?


Gava wan teʼştê xwar, Îsa ji Şimhʼûn-Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min gelekî hʼiz dikî, yan ew Min gelekî hʼiz dikin?» Petrûs jêrʼa got: «Belê Xudan, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Berxêd Min biçʼêrîne».


Lê wana ev gotin feʼm nedikir, ditirsîyan jî ku ji Wî bipirsin.


Ser xeberdana wanda şagirtêd Îsa hatin. Ew gelekî eʼcêbmayî man, ku Wî tʼevî kʼulfetê xeber dida, lê kesî negotê: «Tu çi dixwazî?» yan «bona çi tʼevî wê xeber didî?»


Lê wana ev yek feʼm nekir, çimkî ev ji wan veşartî bû ku feʼm nekin û turuş nedikirin jî bona wê yekê ji Wî bipirsîyana.


Û kesekî nikaribû caba Wî bida û li pey wê rʼojêrʼa kesekî newêribû pirsek jê bikira.


Şimhʼûn-Petrûs jî kʼete qeyikê û tʼorʼ kʼişande bejê, ya ku sed pêncî sê meʼsîyêd gir têda bûn. Haqas gelek bûn jî, lê dîsa tʼorʼ neqelişî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite