Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 21:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Pey vê yekêrʼa Îsa dîsa Xwe li devê gola Teberîyayê nîşanî şagirtêd Xwe kir. Ew bi vî awayî qewimî:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Piştî van bûyeran, Îsa dîsa xwe li perê Gola Teberiyayê nîşanî şagirtên xwe da. Ev bi vî awayî çêbû:

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Пәй ве йәкерʼа Иса диса Хԝә ль дәве гола Тәбәрийайе нишани шагьртед Хԝә кьр. Әԝ бь ви аԝайи ԛәԝьми:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 پاشه مدَتَگه، عیسی جارَگَ دی بَ لِوا گُلا تیبِریه خو نیشا شاگِردا دا. اَوی وِسا خو نیشان دا:

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 21:1
11 Referans Kwoze  

Pey vê yekêrʼa Îsa derbazî wî berî gola Celîlê bû, ku jêrʼa Teberîya dibêjin.


Ji alîyê Teberîyayê hinek qeyikêd din hatin nêzîkî wî cîyî bûn, kʼîderê pey şikirdayîna Xudanrʼa nan xwaribûn.


Her yanzdeh şagirt jî çûne Celîlê wî çʼîyayê ku Îsa wanrʼa gotibû.


Zû herʼin bêjine şagirtêd Wî: ‹Ew ji mirinê rʼabûye û Ewê berî we herʼe Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin›. Va ye min werʼa got».


Lê gava ku Ez ji mirinê rʼabim, Ezê berî we herʼime Celîlê».


Eva îdî cara sisîya bû ku Îsa pey mirin-rʼabûna Xwerʼa şagirtêd Xweva xuya bû.


Pey van yekarʼa Ewî Xwe dilqekî dinda nîşanî ji wan duda kir, yêd ku diçûne kʼewşên.


De niha herʼin bêjine şagirtêd Wî û Petrûs, ku Ewê berî we herʼe Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin, çawa ku Ewî werʼa gotîye».


Pey vê yekêrʼa Îsa Xwe nîşanî yanzdeha kir, gava ew li ser sifrê rʼûniştibûn. Ewî li wan hilat bona nebawerî û serhʼişkîya wan, çimkî wana yêd ku Ew ji mirinê rʼabûyî dîtibûn bawer nekirin.


Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite