Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 20:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Ev yek ku got, pʼifî ser wan kir û wanrʼa got: «Hanê Rʼuhʼê Pîroz bistînin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Piştî ku weha peyivî pif kir wan û ji wan re got: «Ruhê Pîroz bistînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Әв йәк кӧ гот, пʼьфи сәр ԝан кьр у ԝанрʼа гот: «Һане Рʼӧһʼе Пироз бьстиньн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 وقته اَو قِسَیَ گُت، پِف گِرَ سَر وان و گُت: «رِحا مُقدسا خدا بِستینِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 20:22
17 Referans Kwoze  

û ji wan pirsî: «Gava we bawer kir, we Rʼuhʼê Pîroz stand?» Wana got: «Me qet nebihîstîye jî ku Rʼuhʼê Pîroz heye».


Ew ku berjêr bûn, bona wan dua kirin ku Rʼuhʼê Pîroz bistînin,


Petrûs wanrʼa got: «Tʼobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê Rʼuhʼê Pîroz pʼêşkʼêş bistînin.


Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.


Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.


Ez tʼenê vê yekê dixwazim ji we bizanibim: We Rʼuhʼê Xwedê bi Qanûn qedandinê stand, yan bi Mizgînî bihîstinê û bawerîya xwe jê anînê?


Wê demê Petrûs bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî wanarʼa got: «Gelî serwêrêd cimeʼtê û rʼûspîya!


«Îdî kʼî dikare nehêle ku evana pê avê bêne nixumandinê, yêd ku mîna me Rʼuhʼê Pîroz jî standin?»


Gava ew Piştovan bê, kʼîjanî Ezê ji Bavê werʼa bişînim, ew Rʼuhʼê ku wê rʼastîyê werʼa gilî ke, Yê ku ji Bavê dertê, hingê Ewê bona Min şeʼdetîyê bide.


Ezê jî ji Bavê hîvî kim û Ewê Piştovanekî din bide we, wekî hʼeta-hʼetayê tʼevî we bimîne.


Lê belê Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, bona we hê rʼind e ku Ez herʼim. Heger Ez neçim, Piştovan wê neyê cem we, lê heger Ez herʼim, Ezê Wî bişînime cem we.


Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».


Hûn gunêd kʼê bibaxşînin, ewê bêne baxşandinê, gunêd kʼê nebaxşînin, ewê neyne baxşandinê».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite