Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 20:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Îsa ji wê re got: «Destê xwe li min nede, çimkî hê ez derneketime ba Bav. Lê here ba birayên min û ji wan re bêje: ‹Ez derdikevim ba Bavê xwe û Bavê we, ba Xwedayê xwe û ba Xwedayê we.›»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Иса готә ԝе: «Мьн нәгьрә, чьмки Әз һе рʼанәбумә щәм Баве. Ле һәрʼә щәм бьред Мьн у ԝанрʼа бежә. ‹Әзе рʼабьмә щәм Баве Хԝә у щәм Баве ԝә, щәм Хԝәдейе Хԝә у щәм Хԝәдейе ԝә›».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 عیسی گُتَ وی: «دَسته خو مِن نَدَ، چون گو اَز هِشتا ژِلَل نَچُم لاره بابو؛ بله هَرَ لاره بِرایِت مِن و بِژَ وان گو اَز ژِلَل دِچِمَ لاره بابه خو و بابه وَ و خدایه خو و خدایه وَ.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 20:17
48 Referans Kwoze  

Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax


Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.


Niha Ez tême cem Te, Ez îdî ne dinyayêda me, lê ewana dinyayêda ne. Ya Bavê Pîroz! Pê wî navê Xweyî ku Te daye Min van xwey ke, wekî bibin yek, çawa Ez û Tu yek in.


Delalno, niha em zarʼêd Xwedê ne û hela hê ne eʼyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eʼyan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt.


Min ji tʼext dengekî bilind bihîst ku got: «Va ye konê Xwedê nava merivada! Ewê Xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeʼta Wî û Xwedê Xwexa jî wê tʼevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan.


Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje».


Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.


Ya Bavê rʼast! Dinya Te nas nake, lê Ez Te nas dikim û evana jî zanin wekî Te Ez şandime.


Zû herʼin bêjine şagirtêd Wî: ‹Ew ji mirinê rʼabûye û Ewê berî we herʼe Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin›. Va ye min werʼa got».


Çimkî kʼî ku xwestina Bavê Minî eʼzmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».


Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.


Lê ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî mala Îsraêl girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje: Ezê qanûnêd Xwe bikime hʼişê wan û dilê wanda jî wan binivîsim û Ezê Xwedêyê wan bim, ewê jî cimeʼta Min be.


Paşê Tʼûmarʼa got: «Tʼilîya xwe bîne vir û destêd Min binihêrʼe, destê xwe jî bîne û bike nekʼsa Min. Nebawerîyê neke, lê bawer bike!»


Bavo, bi wê rʼûmeta Mine ku hê berî eʼfirandina dinyayê li cem Te hebû niha Min rʼûmet ke li ber Xwe.


We bihîst ku Min werʼa got: ‹Ezê herʼim, lê dîsa ser weda bêm!› Heger we Ez hʼiz bikirama, hûnê şa bibûna ku Ez diçime cem Bavê, çimkî Bav ser Minrʼa ye.


Mala Bavê Minda gelek cîyêd mayînê hene, Ez niha diçim werʼa cî hazir kim. Heger usa nîbûya, Min werʼa nedigot?


Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa vegerʼe cem Xwedê.


Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin.


Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime.


Xwerʼa ne kʼîsik hildin, ne tûrik, ne jî çarixa. Û rʼêva silavê nedine tʼu kesî,


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê eʼzmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermîyê nabîne, ku ew jêrʼa bêjin: «Xwedêyê me», çimkî Ewî bona wan bajarek hazir kirîye.


Lê derheqa rʼabûna mirîyada, çima we Kʼitêba Mûsada nexwendîye serhatîya dara dirʼîyêda ku çawa Xwedê Mûsarʼa dibêje: ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite