Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 20:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Îsa gote wê: «Eʼvdê, tu çima digirîyî? Tu li kʼê digerʼî?» Meryemê tʼirê qey ew rʼezvan e, ewê gotê: «Ez xulam, heger te Ew hildaye, minrʼa bêje te Ew danîye kʼu derê, wekî ez Wî ji wê derê hildim».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Îsa ji wê re got: «Ya sitiyê, tu çima digirî? Tu li kê digerî?» Meryemê jî guman kir ku ew baxçevan e; wê ji wî re got: «Ezxadim, eger te ew rakiribe, ji min re bêje, te ew daniye ku derê, da ku ez wî ji wê derê rakim.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Иса готә ԝе: «Әʼвде, тӧ чьма дьгьрийи? Тӧ ль кʼе дьгәрʼи?» Мәрйәме тʼьре ԛәй әԝ рʼәзван ә, әԝе готе: «Әз хӧлам, һәгәр тә Әԝ һьлдайә, мьнрʼа бежә тә Әԝ данийә кʼӧ дәре, ԝәки әз Ԝи жь ԝе дәре һьлдьм».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 عیسی گُتَ وی: «اَی ژِن، تِ بُچی دِگیری؟ تِ دوو که دِگَری؟» مریم گو گُمان دِگِر اَو باغچَوانَ، گُتَ وی: «آغایه مِن، هَگو تَ اَو بِریَ، بِژَ مِن گو تَ اَو دانایَ کیدَره گو اَز بِچِم و اَوی راگَم.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 20:15
12 Referans Kwoze  

Milyakʼeta wêrʼa got: «Eʼvdê! Tu çima digirîyî?» Meryemê got: «Xudanê min hildane û ez nizanim Ew danîne kʼu derê».


Hingê Îsa dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kʼê digerʼin?» Wan got: «Îsayê Nisretê».


Îsa li pişt Xweva vegerʼîya û dît ku wana daye pey Wî tên, wanrʼa got: «Hûn çi dixwazin?» Wana jêrʼa got: «Rʼabbî», ku tê feʼmkirinê: «Dersdar», «Tu li kʼu derê dimînî?»


Lê ewî wanrʼa got: «Zendegirtî nemînin! Hûn li wî Îsayê Nisretê digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê. Ew ji mirinê rʼabûye! Ew ne li vir e. Va ye ew cîyê ku Ew lê danîbû.


Milyakʼet wan kʼulfetarʼa got: «Netirsin! Ez zanim hûn li Wî Îsayî digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê.


Îsa her tişt zanibû ku wê çi bê serê Wî, pêşda çû û wanrʼa got: «Hûn li kʼê digerʼin?»


Û gava kʼulfet ji tirsa kʼetine ser rʼûyê xwe, wan meriva wanrʼa got: «Hûn çima li Yê sax nava mirîyada digerʼin?


Çʼêjikêd meʼra! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî dil çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.


wana tʼirê tʼevî rʼêwîya ye. Rʼîya rʼojekê hatin, nav heval-hogirêd xweda li Wî gerʼîyan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite