Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 2:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Îsa li wan vegerʼand û got: «Vê pʼaristgehê hilşînin, Ezê nava sê rʼojada rʼakim».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Îsa bersîva wan da û got: «Vê Perestgehê hilweşînin, ezê di sê rojan de rakim.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Иса ль ԝан вәгәрʼанд у гот: «Ве пʼарьстгәһе һьлшиньн, Әзе нава се рʼожада рʼакьм».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 عیسی جیوابا واندا گُت: «وه معبده خِرا گَن و اَزه نابَینا سه رُژادا اَوه دیسا بِلند گَم.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 2:19
23 Referans Kwoze  

«Me bihîst ku Vî merivî got: ‹Ezê vê pʼaristgeha ku bi desta hatîye çêkirinê hilşînim û sê rʼojada pʼaristgeheke dine bê destlêkʼetin çêkim›».


Û ewêd ku wirrʼa diçûn-dihatin, ew bêhurmet dikirin, serê xwe dihʼejandin û digotinê: «Hêyî! Ne Teyê pʼaristgeh hilşanda û sê rʼojada çêkira,


û digotinê: «Ne Teyê pʼaristgeh hilşanda û sê rʼojada çêkira? De Xwe xilaz ke, heger Tu Kurʼê Xwedê yî! Ji xaç were xwarê!»


Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî.


We Çʼeʼvkanîyê jîyînê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir û em xwexa şeʼde ne.


Eva ew Îsa bû, yê ku Xwedê Ew ji mirinê rʼakir, ku em hʼemû jî şeʼde ne.


Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Bi nixumandinê em îdî tʼevî mirina Wî bûne û tʼevî Wî hatine definkirinê, wekî çawa Mesîh bi rʼûmeta Bavê ji mirinê rʼabû, usa jî emê bikaribin jîyîna nûda bijîn.


Îsa gote wê: «Ez im rʼabûn û jîyîn! Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, heger bimire jî wê bijî.


Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Gava hûn pê avê hatine nixumandinê, tʼevî Wî hatine definkirinê û bi wê nixumandinê jî hûn tʼevî Wî ji mirinê rʼabûn, çimkî we bawerîya xwe bi qewata Wî Xwedêyî anî, Yê ku Mesîh ji mirinê rʼakir.


Awa heger em dannasîn dikin, ku Mesîh ji mirinê rʼabûye, çawa ji we hinek dibêjin, ku rʼabûna mirîya tʼune?


lê belê ew bona me jî nivîsar e. Rʼastbûnê merʼa jî bê hʼesabê, kʼîjanêd ku bawerîya xwe Wî tînin, Yê ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir.


Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletrʼa derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we vegerʼîne».


Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike.


û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.


Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Me ji devê wî bihîst ku got: ‹Îsayê Nisretê wê vê Pʼaristgehê hilşîne û eʼdetêd ku Mûsa dane me biguhêze›».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite