Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 19:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Yê ku ev yek dît şeʼdetî da, wekî hûn jî bawer bikin. Şeʼdetîya wî rʼast e û ew zane ku rʼastîyê dibêje.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

35 – Yê ku ev dît şahidî kir, da ku hûn jî bawer bikin. Şahidiya wî rast e û ew dizane ku ew rastiyê dibêje. –

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

35 Йе кӧ әв йәк дит шәʼдәти да, ԝәки һун жи баԝәр бькьн. Шәʼдәтийа ԝи рʼаст ә у әԝ занә кӧ рʼастийе дьбежә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 اَوه گو اَو دِشدَ دیت، شَهادَته دِدَت گو اون ژی ایمانه بینِن. شَهادَتا وی راستَ و اَو دِزانیت گو راستیه دِبِژیت.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 19:35
15 Referans Kwoze  

Eva ew şagirt e, yê ku bona van yeka şeʼdetîyê dide, usa jî ev yek nivîsîn. Em zanin ku şeʼdetîya wî rʼast e.


Hûnê jî şeʼdetîyê bidin, çimkî serê sêrîda hûn tʼevî Min bûne.


Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be.


Lê çi ku pêşda kʼitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin.


Em xwexa şeʼdêd wan hʼemû tişta ne, yêd ku Ewî tʼopraxêd Cihûstanê û Orşelîmêda kirin. Paşê Ew darva dardakirin û kuştin,


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Ez van tişta werʼa dinivîsim, yêd ku bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedê tînin, wekî hûn bizanibin jîyîna weye hʼeta-hʼetayê heye.


Îsa ku dîya Xwe û ew şagirtê ku Wî jê hʼiz dikir li wê derê sekinî dîtin, dîya Xwerʼa got: «Eʼvdê! Va ye kurʼê te!»


Û niha ev yekana Min berî qewimandinê werʼa gotin, wekî gava ew yek biqewimin, hûn bawer bikin.


Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cimeʼta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime».


Û Ez şa me ku ne li wira bûm, çimkî eva yeka wê bona kʼara bawerîya we be. Lê dîsa werin em herʼine cem wî».


Bona Dîmîtrîyo hʼemû jî şeʼdetîya qenc didin, hʼeta ku rʼastî jî. Em jî şeʼdetîyê didin û tu zanî ku şeʼdetîya me rʼast e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite