Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 19:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Îsa lê vegerand û got: «Eger ji jor ji te re nehata dayîn, tu desthilatiya te wê li ser min tunebûya. Ji ber vê yekê gunehê wî yê ku ez dame destê te mezintir e.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Иса ле вәгәрʼанд у готе: «Һәгәр жь жор тәрʼа нәһата дайине, тʼӧ һʼӧкӧме тә ԝе ль сәр Мьн тʼӧнәбуйа. Ләма гӧне ԝи, йе кӧ Әз дамә дәсте тә һе мәзьн ә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 عیسی جیواب دا: «تَ چه اقتدار سَر مِن چِنَبو، هَگو ژه آلیه سَری نَدابانَ تَ؛ بَر وه هِنده، گُنَها اَوه گو اَز تسلیمی تَ گِرِم، گَلَک مَزِنتِرَ.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 19:11
37 Referans Kwoze  

Her merivek bira gurʼa wan hʼukumetîyada be, ku ser wîrʼa ne, çimkî tʼu hʼukumetî bêyî destûra Xwedê tʼune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne.


Yûhʼenna cab da û got: «Merivek nikare tiştekî hilde ser xwe, heger ew ji eʼzmên jêrʼa nehatibe dayînê.


Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt.


Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa rʼûmet kir. We nemamîya Wî kir û ber Pîlato tʼexsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî berʼde.


Hingê kirin ku Wî bigirin, lê kesekî nikaribû Ew bigirta, çimkî hê wextê Wî nehatibû.


Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe.


Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn›.


Awa ewê ku zane qencîyê bike û nake, ew jêrʼa gune ye.


Çimkî her tişt ji Wî, bi Wî û bona Wî ne. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


wekî wan tişta bikin, çi ku Te hê berêda anegorî qewat û eʼmirê Xwe kʼifş kiribû bibin.


Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî.


Awa nemamê Wî eʼşeret dabû wan û gotibû: «Ez kʼîjanî ku rʼamûsim, Ew e, Wî bigirin û bi fesal bibin».


Awa Cihûda kʼomeke eskera û nobedara xwerʼa ji alîyê fêrisî û serekêd kʼahînada hildabû, bi fenera, agir û çʼeka hate wî cîyî.


Îsa gote wan: «Heger hûn kor bûna, gunêd weyê tʼunebûna. Lê niha hûn ku dibêjin: ‹Em dibînin›, didine kʼifşê ku hûn nava gunêd xweda dimînin.


Ne Ez her gav tʼevî we pʼaristgehêda bûm, we destê xwe ne dida Min. Lê niha wextê we ye û hʼukumê teʼrîstanîyê ye».


Hingê serekkʼahîn kʼincêd xwe qelaştin û got: «Eva Xwedê bêhurmet dike! Îdî şeʼde çî merʼa ne? Va we bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir!


Pêşîyê Ew birine cem Henanê xezûrê Qeyafa. Qeyafa serekkʼahînê wê salê bû.


Pîlato gote Wî: «Tu tʼevî min xeber nadî? Tu nizanî ku hʼukumê min heye ez Te berʼdim û hʼukumê min heye Te bidime xaçkirinê?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite