Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 18:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Pîlato got: «Çima ez cihû me? Miletê Te û serekêd kʼahîna Tu dane destê min. Te çi kirîye?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

35 Pîlatos got: «Ma ez Cihû me? Miletê te bi xwe û serekên kahînan tu dayî destê min. Te çi kiriye?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

35 Пилато гот: «Чьма әз щьһу мә? Мьләте Тә у сәрәкед кʼаһина Тӧ данә дәсте мьн. Тә чь кьрийә?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 پیلاتُس جیواب دا: «ما اَز یهودی مَ؟ مِلَته تَ و سَرُکِت کاهینا، تِ تسلیمی مِن گِرینی؛ تَ چه گِریَ؟»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 18:35
14 Referans Kwoze  

û kʼifş kir, ku şikîyatê wan ser pirsêd qanûna wan e, lê bona kuştinê yan girtinê xirabîya wî tʼuneye.


Ku usa ye tu ne ewî misirî yî, yê ku çendek pêşda kire şerʼ-deʼw, çar hʼezar qaçaxêd mêrkuj derxistine berʼîyê».


Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa rʼûmet kir. We nemamîya Wî kir û ber Pîlato tʼexsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî berʼde.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».


Gava serekêd kʼahîna û nobedara Ew dît, kirine qîrʼîn û gotin: «Wî xaç ke, Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Hûn Wî bibin xaç kin. Ez xwexa tʼu sûcî Wîda nabînim».


Wî çaxî Îsa ji cem Qeyafa birine qesira welî. Serê sibehê zû bû û cihû nekʼetine qesirê, wekî xwe li gora eʼdetêd şûştin-veşûştinê nehʼerʼimînin, ku bikaribin xwarina Cejina Derbazbûnê bixwin.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu vê yekê xwexa dibêjî, yan hinekêd din bona Min terʼa gotine?»


Îsa cab da û got: «Pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye. Heger pʼadşatîya Min ji vê dinyayê bûya, berdestîyêd Minê şerʼ kirana ku Ez nekʼetama destê cihûya. Lê pʼadşatîya Min ne ji vê dinyayê ye».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite