Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 17:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Ez bona wan hîvî dikim. Ne ku bona dinyayê hîvî dikim, lê bona yêd ku Te dane Min, çimkî ew yêd Te ne.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 «Ez ji bo wan dua dikim. Ne ji bo dinyayê; ez ji bo yên ku te dane min dua dikim. Çimkî ew ên te ne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Әз бона ԝан һиви дькьм. Нә кӧ бона дьнйайе һиви дькьм, ле бона йед кӧ Тә данә Мьн, чьмки әԝ йед Тә нә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 اَز بُ وان دعایا دِگَم. اَز نه بُ دُنیایه بَلگو بُ اَونه گو تَ دانَ مِن، دعایا دِگَم چون گو اَو یه تَ نَ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 17:9
17 Referans Kwoze  

Çimkî Mesîh ne ku kʼete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rʼast, lê hema xût kʼete eʼzmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine.


Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî.


Min Tu wan merivava eʼyan kirî, yêd ku Te ji dinyayê dane Min. Ew yêd Te bûn, Te ew dane Min û wana gotina Te xwey kir.


Ez ne tʼenê bona wan hîvî dikim, lê bona wan jî, yêd ku bi gotina wan wê bawerîya xwe Min bînin,


Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu vegerʼî, dil bidî ber birayêd xwe».


Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye.


Ezê jî ji Bavê hîvî kim û Ewê Piştovanekî din bide we, wekî hʼeta-hʼetayê tʼevî we bimîne.


Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.


Hʼemû binelîyêd li rʼûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd kʼîjana ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê.


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Gava berazvana ev yek dît, rʼevîn çûne bajar û gunda, ev yek gilî kirin.


Hingê Îsa got: «Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin». Ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin wekî nava xweda bela kin.


Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim.


Xwestina Yê ku Ez şandime ev e, wekî Ez ji hʼemûyêd ku Wî dane Min tʼu kesî unda nekim, lê Rʼoja Axretêda ji mirinê rʼakim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite