Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 17:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Min Tu li ser rʼûyê eʼrdê rʼûmet kirî, ew şixulê Te dabû Min ku Ez bikim Min anî sêrî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Min tu li ser rûyê erdê bi rûmet kirî. Karê ku te spartibû min, min ew pêk anî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Мьн Тӧ ль сәр рʼуйе әʼрде рʼумәт кьри, әԝ шьхӧле Тә дабу Мьн кӧ Әз бькьм Мьн ани сери.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 مِن اَو شُلا گو تَ سِپارده بو مِن، کامِل گِر، و وِسا مِن سَر رویه عَردی شُکوه و جلال دا تَ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 17:4
13 Referans Kwoze  

Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Lecêda ez qenc rʼevîm, min rʼîya xwe qedand, bawerî xwey kir.


Gava ku Îsa sirke vexwar, got: «Tʼemam qewimî!» Serê Xwe berjêr kir û rʼuhʼê Xwe da.


lê bira dinya bizanibe wekî Ez Bavê hʼiz dikim û Bavê çawa tʼemî li Min kirîye Ez usa dikim. Rʼabin, em ji vir herʼin.


Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.


Pê navê Min hûn çi bixwazin, Ezê bikim, wekî Bav pê Kurʼ bê rʼûmetkirinê.


Bavo, navê Xwe bilind ke». Hingê dengek ji eʼzmên hat: «Min bilind kir û Ezê dîsa bilind kim!»


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne gunê wî ye, ne jî yê dê û bavê wî ye, lê ev yek aha bûye, wekî kirêd Xwedê li ser wî bêne eʼyankirinê.


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Lê Ez werʼa dibêjim, ku gerekê eva nivîsara ser Min bê sêrî, ku: ‹Ew tʼevî nerʼasta hate hʼesabê›. Û çi ku bona Min nivîsar e, ser qewimandinê ye».


Pey vê yekêrʼa Îsa zanibû her tiştêd ku wê bibûna îdî qewimîn, hingê Wî got: «Ez tʼî me», wekî nivîsar bê sêrî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite