Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 17:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Min Tu wanva dayî eʼyankirinê û Ezê hê bidime eʼyankirinê, wekî ew hʼizkirina ku Te Ez pê hʼiz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

26 Min navê te bi wan da zanîn û ezê hê bidim zanîn, da ku hezkirina te ya ji min, bi wan re jî be û ez bi wan re bim.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

26 Мьн Тӧ ԝанва дайи әʼйанкьрьне у Әзе һе бьдьмә әʼйанкьрьне, ԝәки әԝ һʼьзкьрьна кӧ Тә Әз пе һʼьз кьрьмә нава ԝанда бә у Әз жи нава ԝанда бьм».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 مِن ناوه تَ بُ وان دا ناسین و اَزه هَ بِدَمَ ناسین، گو اَو هَژه گِرِنا گو تَ بِ وه هَژَ مِن گِریَ، ناو واندا بیت و اَز ژی ناو واندا بِم.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 17:26
28 Referans Kwoze  

Ez nava wanda, Tu jî nava Minda, wekî ew tʼifaqêda lap gihîştî bin û dinya bizanibe ku Te Ez şandim û usa wan hʼiz dikî, çawa Min hʼiz dikî.


Min Tu wan merivava eʼyan kirî, yêd ku Te ji dinyayê dane Min. Ew yêd Te bûn, Te ew dane Min û wana gotina Te xwey kir.


Bav çawa Min hʼiz dike, Ez jî usa we hʼiz dikim. Hʼizkirina Minda bimînin.


û dibêje: «Derheqa navê Teda Ezê xûşk-birayêd Xwerʼa bêjim, civînêda Ezê eşqî Te bistrêm».


Ji vir şûnda Ez we ‹xulam› hʼesab nakim, çimkî xulam haş pê tʼune ku axayê wî çi dike. Min hûn dost hʼesab kirin, çimkî her tiştêd ku Min ji Bavê Xwe bihîstin weva dane eʼyankirinê.


Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.


Nav Minda bimînin, Ez jî nav weda. Çawa çʼiqil xwexa nikare ber bide, heger kʼolêva nemîne, usa jî hûn nikarin, heger Minva nemînin.


Eva surʼa kʼûr e, lê ez gotina xwe tînime ser Mesîh û civînê.


çimkî em endemêd bedena Wî ne.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.


Ez rʼûmeta navê Xwe nagerʼim, lê yek heye ku lê digerʼe û serda dinihêrʼe.


Û ewê ku tʼemîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî Rʼuhʼê ku Ewî daye me.


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda.


û hûn jî yektîya Wîda gihîştî ne, ku serê hʼemû serwêrtîya û hʼukumetîya ye.


Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin.


bi bawerîyê Mesîh dilê weda bijî û hûn hʼizkirinêda rʼaw û rʼikʼinê xwe bavêjin,


De werin em pesinê Wî bidin, bona wê kʼerema Wîye xweyîrʼûmet, pê kʼîjanê yektîya Hʼizkirîyê Xweda qencî li me kir.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


Çawa beden yek e û gelek endemêd wê hene, lê dîsa ew hʼemû hevrʼa bedenek in, usa jî Mesîh e.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Û heger Mesîh dilê weda ye, qalib mirî ye, çimkî we gune kir, lê Rʼuhʼ jîyîn e bona we, çimkî hûn rʼast hatine hʼesabê.


Ewê ku bedena Min dixwe û xûna Min vedixwe, ew nava Minda dimîne, Ez jî nava wîda.


Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê rʼastîyê pê hʼesîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite