Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 17:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 wekî hʼemû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin, bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 da ku hemû bibin yek. Ya Bavo, çawa tu bi min re yî û ez bi te re me, bila ew jî bi me re bin, da ku dinya bawer bike ku te ez şandime.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 ԝәки һʼәму жи бьбьнә йәк. Баво, чаԝа Тӧ нава Мьнда йи у Әз нава Тәда мә, ӧса жи бьра әԝ нава Мәда бьн, бь ви аԝайи дьнйайе баԝәр бькә, кӧ Тә Әз шандьмә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 گو همو بِبِنَ یگ، هَ وِسا گو، اَی بابو تِ ناو مِدایی و اَز ناو تَدا. وِسا بیت گو اَو ژی ناو مَدا بِن، گو دُنیا باوار گَت گو تَ اَز رِگِرِمَ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 17:21
37 Referans Kwoze  

Çawa beden yek e û gelek endemêd wê hene, lê dîsa ew hʼemû hevrʼa bedenek in, usa jî Mesîh e.


Niha Ez tême cem Te, Ez îdî ne dinyayêda me, lê ewana dinyayêda ne. Ya Bavê Pîroz! Pê wî navê Xweyî ku Te daye Min van xwey ke, wekî bibin yek, çawa Ez û Tu yek in.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


Bi vê yekê hʼemûyê zanibin hûn şagirtêd Min in, heger hûn hevdu hʼiz bikin».


Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû.


Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê rʼastîyê pê hʼesîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime.


Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me».


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn hʼemû jî yek in yektîya Mesîh Îsada.


De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin.


usa jî em gelek in, lê yektîya Mesîhda em bedenek in û her kes ji me endemêd hev in.


Çimkî ev hersêk in, ku şeʼdetîyê didin:


Her rʼoj bi tʼifaq diçûne pʼaristgehê, malada nan kerdikirin û eşq-şa bi dilê sax xwarin dixwarin,


Ya Bavê rʼast! Dinya Te nas nake, lê Ez Te nas dikim û evana jî zanin wekî Te Ez şandime.


Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.


Çimkî Xwedê Kurʼê Xwe neşande dinyayê, ku dîwana dinê bike, lê wekî dinya pê Wî xilaz be.


Çawa ku Te Ez şandime dinyayê, Min jî ew şandine dinyayê.


Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cimeʼta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime».


Ez ne tʼenê bona wan hîvî dikim, lê bona wan jî, yêd ku bi gotina wan wê bawerîya xwe Min bînin,


Lê ewê ku tʼevî Xudan dibe, dibe rʼuhʼek.


Ew tiştê ku me dît û bihîst em werʼa jî dibêjin, wekî hûn jî meva tʼevgirêdayî bin û ev tʼevgirêdana me jî tʼevî Bav û Kurʼê Wî Îsa Mesîh e.


Heger nav pʼadşatîkêda tʼifaq tʼunebe, ew nikare bimîne.


Heger Xwedê pê Wî hate rʼûmetkirinê, Xwedê jî wê pê Xwe Wî rʼûmet ke û zûtirê wê Wî rʼûmet ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite