Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 17:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Dema ku ez bi wan re bûm, bi navê te yê ku te dabû min, ez li wan bûm xweyî. Min ew parastin û tu kes ji wan winda nebû, ji bilî kurê helakê, da ku Nivîsara Pîroz bê cih.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Гава Әз тʼәви ԝан бум, Мьн әԝ пе наве Тә хԝәй дькьрьн, пе ԝи наве кӧ Тә дайә Мьн, Мьн хԝәйити ль ԝан кьр. Жь ԝана тʼӧ кәс ӧнда нәбу, пештьри йе мьрьнерʼа дайи, ԝәки ньвисар бе сери.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 وقته اَز گَل واندا بوم، بِ قُدرَتا ناوه تَ اَونه گو تَ دانَ مِن شار بوم. مِن اَو پارِزین و چی یگ ژه وان بِزِر نَبون، خِنجی اَوه گو دِچیتَ بُ آلیه بَین چُیینه، گو نِویسارِت مُقدس بِنَ جی.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 17:12
17 Referans Kwoze  

Ev yek bû wekî ew xebera wîye ku berê gotibû rʼast derê: «Ewêd ku Te dane Min, Min ji wan tʼu kes unda nekir».


Ez bona we hʼemûya nabêjim, çimkî Ez zanim Min kʼîjan bijartine. Lê gerekê nivîsar bê sêrî: ‹Yê ku nanê Min xwar pʼehʼîn avîte Min›.


Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim.


Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn.


wekî evî qulixê şandîtîyê bistîne, ji kʼîjanî Cihûda jê kʼet ku herʼe cîyê xwe».


Bira tʼu kes we tʼu tiştîva nexapîne, çimkî ew Rʼoj nayê, hʼeta ku rʼaberîbûn pêşda neyê û ew Merivê Neheqîyêyî pʼara ceʼnimê kʼifş nebe.


Û aha jî dibêje: «Ezê gumana Xwe bidime ser Xwedê». Û aha jî: «Va me Ez û ew zarʼêd ku Xwedê dane Min».


Min Tu wan merivava eʼyan kirî, yêd ku Te ji dinyayê dane Min. Ew yêd Te bûn, Te ew dane Min û wana gotina Te xwey kir.


Bona vê yekê Xwedê Ew hê bilind kir û navekî usa pʼêşkʼêşî Wî kir, ku ji hʼemû nava bilindtir e,


Çʼeʼvêd Wî mîna alava êgir bûn û gelek tʼac li serê Wî bûn. Navek ser Wî nivîsar bû, ku pêştirî Wî tʼu kesî nizanibû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite