Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 16:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Lê belê Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, bona we hê rʼind e ku Ez herʼim. Heger Ez neçim, Piştovan wê neyê cem we, lê heger Ez herʼim, Ezê Wî bişînime cem we.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Lê belê ez rastiyê ji we re dibêjim: Çûyîna min ji bo we çêtir e. Eger ez neçim, Alîkar ji we re nayê. Lê eger ez herim, ezê wî ji we re bişînim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Ле бәле Әз рʼастийе ԝәрʼа дьбежьм, бона ԝә һе рʼьнд ә кӧ Әз һәрʼьм. Һәгәр Әз нәчьм, Пьштован ԝе нәйе щәм ԝә, ле һәгәр Әз һәрʼьм, Әзе Ԝи бьшиньмә щәм ԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بِ وه حالی، اَز راستیه دِبِژِمَ وَ گو، چُیینا مِن سَر کاره وَیَ. چون هَگو اَز نَچِم، اَو آریکار نایِتَ لاره وَ. بله هَگو اَز بِچِم اَزه اَوی رِگَمَ لاره وَ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 16:7
19 Referans Kwoze  

Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we.


Gava ew Piştovan bê, kʼîjanî Ezê ji Bavê werʼa bişînim, ew Rʼuhʼê ku wê rʼastîyê werʼa gilî ke, Yê ku ji Bavê dertê, hingê Ewê bona Min şeʼdetîyê bide.


Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanrʼa bibe qencî, yêd ku Wî hʼiz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne.


Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên.


Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.


Û va Ezê sozê Bavê Xwe werʼa bişînim. Orşelîmêda bimînin, hʼeta hûn qewatê ji jor bistînin».


Petrûs dest bi xeberdanê kir û got: «Ez niha feʼm dikim, wekî Xwedê rʼastî jî firqîyê nake nava mileta.


We bihîst ku Min werʼa got: ‹Ezê herʼim, lê dîsa ser weda bêm!› Heger we Ez hʼiz bikirama, hûnê şa bibûna ku Ez diçime cem Bavê, çimkî Bav ser Minrʼa ye.


Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin.


Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî wê mirinê nebînin, hʼeta ku Pʼadşatîya Xwedê bibînin».


Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, gelek jinebî Îsraêlêda hêna Êlyasda hebûn, çaxê sê sal û şeş meha eʼzman hate girtinê û tʼemamîya welêtda bû xelayîke giran.


Çimkî cefêd meye dem-deme sivik me dikine xweyîyê rʼûmeta girane hʼeta-hʼetayêye bê himber.


Gava Ew bê, Ewê gunêd merivêd dinê bide rʼûyê wan, heqî-neheqîyê li ber wan veke û dîwana Xwedê wanva eʼyan ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite