Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 16:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Wê van tişta bikin, çimkî wana ne Bav nas kir û ne jî Ez nas kirim.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Wê van bikin, çimkî wan ne Bav nas kir û ne jî ez.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Ԝе ван тьшта бькьн, чьмки ԝана нә Бав нас кьр у нә жи Әз нас кьрьм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 اَو دیه وان شُلانَ بِگَن، چون گو نه بابو ناس دِگَن، نه مِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 16:3
17 Referans Kwoze  

Lê van hʼemû tişta bona navê Min wê bînine serê we, çimkî Wî nas nakin, Yê ku Ez şandime.


Ya Bavê rʼast! Dinya Te nas nake, lê Ez Te nas dikim û evana jî zanin wekî Te Ez şandime.


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Hûn Wî qet nas nakin, lê Ez Wî nas dikim. Heger Ez bêjim, Ez Wî nas nakim, Ezê jî mîna we derew derêm, lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim.


Hingê wan jê pirsî: «Kʼanê ye Bavê Te?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn ne Min nas dikin, ne jî Bavê Min. Heger we Ez nas bikirama, weyê Bavê Min jî nas bikira».


Yê ku hʼiz nake ew Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hʼizkirin e.


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Ji serwêrêd vê dinyayê tʼu kesî ev serwaxtîya feʼm nekir, çimkî heger feʼm bikirana, wê Xudanê rʼûmetê xaç nekirana.


Ewê ku dijene Min, ew dijene Bavê Min jî.


Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek nizane Kurʼ kʼî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kʼî ye, pêştirî Kurʼ û yêd ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê».


Min jî berê Ew bêhurmet dikir, dizêrand û neyartî li Wî dikir, lê rʼeʼm li min bû, çimkî min nebawerîyêda bi nezanîya xwe kirin.


Niha gelî bira, ez zanim ku we jî mîna serwêrêd xwe bi nezanîya xwe kirîye.


Ewê ku Kurʼ înkʼar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê tʼune. Lê yê ku Kurʼ îqrar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê heye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite