Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 16:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Ewê we ji kinîştan bavêjin derve. Erê wextekî wisa tê, her kesê ku we bikuje wê guman bike ku xizmetê ji Xwedê re dike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Әԝе ԝә жь кʼьништа дәрхьнә дәрва. Ԝәхте жи бе, ԝәки кʼи кӧ ԝә бькӧжә жи, ԝе бьфькьрә йанчийә әԝ Хԝәдерʼа ԛӧльх дькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 اَو دیه وَ ژه ناو دیرادا پاوژِنَ دَروَ. بَراستی زَمانَگ دیه بِگَهَشیت گو هَچی کَسه وَ بِگُژیت، دیه وَ فِکِر گَت گو بُ خدا خِذمَته دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 16:2
27 Referans Kwoze  

Dê û bavê wî ji tirsa cihûya aha gotin, çimkî cihûya pêşda ya xwe kiribûne yek: «Heger kʼî bêje Îsa Mesîh e, ewê ji kʼinîştê bê derxistinê».


Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin rʼuhʼ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare rʼuhʼ û bedenê ceʼnimêda unda ke.


Çaxê Wî mora pênca vekir, min bin gorîgehêda rʼuhʼêd wan meriva dîtin, yêd ku bona Xebera Xwedê û bona şeʼdetîya ku dabûn hatibûne kuştinê.


Lê belê dîsa jî ji serwêra geleka bawerîya xwe Wî anî. Lê ji tirsa fêrisîya, li xwe mukurʼ nedihatin, ku ji kʼinîştê neyêne derxistinê.


Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.


gava navê merʼa dilîzin, em li ber wan dadixin. Em bûne gemara vê dinyayê, hʼeta niha jî her tiştîda bûne xwelî!


û got: «Va ye ez eʼzmana vebûyî dibînim û Kurʼê Mêriv li milê Xwedêyî rʼastê sekinî!»


Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê Min ber çʼeʼvê hʼemû mileta rʼeş bin.


Caba wî dan û gotin: «Tu serda-pêda nav gunada dinê kʼetî yî û me hîn dikî?» Û ew ji kʼinîştê derxistine der.


Gava wana ev yek bihîst, gelekî hêrs kʼetin û dixwestin wan bikujin.


Îsa jêrʼa got: «Eʼvdê, Min bawer bike, wextê bê, ku hûnê ne li vî çʼîyayî û ne jî li Orşelîmê Bavê bihʼebînin.


min kʼerbî xîretê civîna Xwedê dizêrand, hindava wê rʼastbûna ku ji Qanûnê tê ez bêlekʼe bûm.


Lê belê wextê bê, îdî pêrʼa gihîştîye jî, ku yêd rʼast dihʼebînin wê bi Rʼuhʼ û Rʼastîyê Bavê bihʼebînin, çimkî Bav yêd aha dihʼebînin digerʼe.


Min ev yekana werʼa bi mesela gotin. Wextê bê Ezê îdî bi mesela werʼa xeber nedim, lê aşkere derheqa Bavêda werʼa bêjim.


Va wextê bê û hatîye jî, ku hûnê bela-belayî bin, her kesê herʼe cîyê xwe û Min tʼenê bihêle. Lê Ez ne tʼenê me, çimkî Bav tʼevî Min e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite