Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 16:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Bona heqî-neheqîyê wê eʼyan ke, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe û îdî hûnê Min nebînin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Li ser rastiyê, çimkî ez diçim ba Bav û êdî hûn min nabînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Бона һәԛи-нәһәԛийе ԝе әʼйан кә, чьмки Әз дьчьмә щәм Баве Хԝә у иди һуне Мьн нәбиньн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 راستا صالِح بونه دا، چون گو اَز دِچِمَ لاره بابو و ایدی اون مِن نابینِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 16:10
26 Referans Kwoze  

Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê.


Lê çi ji me dikʼeve, em bi saya Rʼuhʼê Pîroz û pê bawerîyê hʼeyra wê rʼasthʼesabbûnêda ne, ya ku em têda guman in.


Çimkî Mizgînî dide kʼifşê, ku Xwedê çawa meriva rʼast hʼesab dike, dike kirasê xwe, ev yek ji sêrî hʼeta binî bi bawerîyê ye, çawa nivîsar e: «Yê rʼast wê bijî, çimkî bawer dike».


Çimkî Ewî rʼojek kʼifş kirîye, kʼîjanêda wê dîwana dinê rʼast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî kʼifş kirîye. Xwedê ev yekana hʼemûyarʼa dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê rʼakir».


Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt.


Eva ew Îsa bû, yê ku Xwedê Ew ji mirinê rʼakir, ku em hʼemû jî şeʼde ne.


Lê yekî din heye ku bona Min şeʼdetîyê dide û Ez zanim ew şeʼdetîya ku Ew bona Min dide rʼast e.


Çawa ku Mûsa berʼîyêda meʼr bilind kir, usa jî gerekê Kurʼê Mêriv bê bilindkirinê,


Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime.


Lê niha Ez diçime cem Yê ku Ez şandime û ji we tʼu kes ji Min napirse: ‹Tê kʼuda herʼî?›


Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite