Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 15:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Heger yek Minva nemîne, ew mîna çʼiqilekî wêda avîtî ye, ku hʼişk dibe. Û tʼop dikin davêjine nava êgir dişewitînin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Eger yek bi min re nemîne, wê wek şivika mêwê bê avêtin derve û hişk bibe. Hingê ew tên civandin, tên avêtin nav êgir û dişewitin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Һәгәр йәк Мьнва нәминә, әԝ мина чʼьԛьләки ԝеда авити йә, кӧ һʼьшк дьбә. У тʼоп дькьн давежьнә нава егьр дьшәԝьтиньн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 هَگو مِرُوَگ ناو مِدا نَمینیت، اَو بینا چِقِلَگه یَ گو تاوِژِنَ دور و هِشک دِبیت. چِقِله هِشک بویی خِر دِگَن و تاوِژِنَ ناو آگِری دا و دِشَوِتینِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 15:6
20 Referans Kwoze  

Her dara ku berê qenc nade tê birʼîn û avîtinê nava agir.


Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.


Kurʼê Mêriv wê milyakʼetêd Xwe bişîne û ewê ji Pʼadşatîya Wî hʼemûyêd ku merîya ji rʼê derdixin û neheqîyê dikin bibijêrin


Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir.


Heger ewêd ku pê zanebûna hindava Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh carekêrʼa destê xwe ji hʼeramîyêd dinê kirin, paşê dîsa bikʼevine nava wan hʼeramîya, bidine der, axirîya wanê ji ya pêşin xirabtir be.


lê tʼenê bi lerizekê dimîne hîvîya dîwanê û kʼûra agir, ku wê yêd miqabilî Xwedê hʼûfî xwe ke.


Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.


Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn.


Ewî jî ew zîv avîtine nav pʼaristgehê, derkʼet çû xwe xeniqand.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite