Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 15:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Ez im kʼola tirîyê, hûn jî çʼiqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin tʼu tiştî bikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 «Ez mêw im, hûn jî şivik in. Yê ku bi min re dimîne û ez bi wî re dimînim, ew gelek fêkî dide. Çimkî bêyî min hûn nikarin tu tiştî bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Әз ьм кʼола тьрийе, һун жи чʼьԛьл ьн. Әԝе кӧ Мьнва дьминә у Әз жи ԝива дьминьм, әԝе гәләки бәр бьдә. Чьмки бейи Мьн һун нькарьн тʼӧ тьшти бькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 «اَز دارا تِره مَ و اون چِقِله وی. اَوه گو ناو مِدا دِمینیت و اَز ژی ناو ویدا دِمینِم، اَوَ گو گَلَک اِرمیشه تینیت؛ چون هَگو اون ژه مِن جُدا بِن، اون چه شُله نَشِن بِگَن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 15:5
28 Referans Kwoze  

Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Çimkî em nikarin tiştekî li rʼastîyê bikin, lê tʼenê bona kʼara wê.


Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike.


Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger hʼeba gênim nekʼeve eʼrdê û nemire, ewê tʼenê bimîne, lê heger ew bimire, wê gelek ber bide.


Usa jî hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin, ku bibine pʼara yekî din, Yê ku ji mirinê rʼabûye, wekî hûn Xwedêrʼa ber bînin.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


Heger Eva Meriva ji Xwedêda nîbûya Wî nikaribû tʼu tişt bikira».


Ez ne ku tiştekî pʼêşkʼêş dixwazim, lê dixwazim ku kʼar ser hʼesabê weda zêde be.


Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê hʼelalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Bi kesekî mayîn xilazbûn tʼune, çimkî bin pʼerʼê eʼzmênda navekî din merivarʼa nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin».


Çawa beden yek e û gelek endemêd wê hene, lê dîsa ew hʼemû hevrʼa bedenek in, usa jî Mesîh e.


Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva tʼexsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e.


Awa hûn bedena Mesîh in û her yek ji we endemekî bedena Wî ye.


(çimkî berê rʼonayîyê ji her qencîyê, heqîyê û rʼastîyê dibe)


Ewê ku tʼoxim dide tʼoximrʼeş û nan jî bona xwarinê, wê tʼoxim pʼêşkʼêşî we ke û zêde ke, berêd qencîkirina we jî bigihîne.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


usa jî em gelek in, lê yektîya Mesîhda em bedenek in û her kes ji me endemêd hev in.


Ew kʼasa Şîva Xudan, ya ku em pê şikirîyê didin, ne heleqetîya xûna Mesîh e? Ew nanê ku em kerdikin, ne heleqetîya bedena Mesîh e?


Lê rʼaw ku nava wanda tʼunene, dirêj tʼaw nakin. Gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, ew zû ji rʼê dikʼevin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite