Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 15:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Wê xebera ku Min werʼa gotîye bînine bîra xwe, ku: ‹Xulam ne ser axayê xwerʼa ye›. Heger Ez zêrandime, wê we jî bizêrînin. Heger gotina Min xwey kirine, wê gotina we jî xwey kin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Peyva ku min ji we re got bînin bîra xwe: ‹Xulam ne di ser axayê xwe re ye.› Eger wan tengahî dabe min, wê tengahiyê bidin we jî. Eger wan gotina min girtibe, wê gotina we jî bigirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Ԝе хәбәра кӧ Мьн ԝәрʼа готийә биньнә бира хԝә, кӧ: ‹Хӧлам нә сәр ахайе хԝәрʼа йә›. Һәгәр Әз зерандьмә, ԝе ԝә жи бьзериньн. Һәгәр готьна Мьн хԝәй кьрьнә, ԝе готьна ԝә жи хԝәй кьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 قِسا گو مِن گُتَ وَ، بیراخودا خُدان گَن:”خُلام ژه آغایه خو مَزِنتِر نینَ.“ هَگو اَوان اَذیَتا مِن گِرِن، دیه اَذیَتا وَ ژی بِگَن. هَگو اَوان قِسه مِن خُدان گِرِن، دیه قِسه وَ ژی خُدان گَن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 15:20
22 Referans Kwoze  

Belê her kesê ku dixwaze yektîya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, xulam ji axayê xwe ne mestir e, ne jî yê ku hatîye şandinê ji yê ku ew şandîye mestir e.


Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e û ne jî xulam ji axayê xwe.


xweyîneyar in, lê ne bêyar in, lêdayî-kʼetî ne, lê ne undabûyî ne.


Em bi destê xwe dixebitin, bi xûdana xwe dijîn. Gava me rʼezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin,


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger yek gotina Min xwey ke, ew tʼu car mirinê nabîne».


Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e, lê ewê ku xwendina xwe rʼind pêk tîne, dikare mîna dersdarê xwe be.


yêd ku hin Xudan Îsa, hin jî pʼêxember kuştin û em jî zêrandin. Evana li Xwedê xweş nayên û miqabilî dinê-eʼlamê ne!


Li wir cihûya dîsa kevir hildan, ku Wî bidine ber kevira.


Fêrisî û serekêd kʼahîna jî eʼmir derxistibûn, heger kesek bizanibe Ew li kʼu derê ye, gerekê guhê wan pê xin, wekî ew Wî bigirin.


Hingê wan kevir hildan ku bavêjine Wî, lê Îsa Xwe ji wan vedizî û ji pʼaristgehê derkʼete derva çû.


Fêrisîya ew gote-gota derheqa Wîda ji nava cimeʼtê bihîst û serekêd kʼahîna nobedar şandin, wekî Wî bigirin.


Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa kʼetin, çimkî Wî ev yekana rʼoja şemîyêda dikirin.


Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin


Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›.


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Wana jêrʼa got: «Em dikarin». Îsa wanrʼa got: «Belê hûnê vexwin ji wê kʼasa ku Ezê vexwim û bêne nixumandinê bi wê nixumandina ku Ezê pê bême nixumandinê,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite