Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 15:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Ji vir şûnda Ez we ‹xulam› hʼesab nakim, çimkî xulam haş pê tʼune ku axayê wî çi dike. Min hûn dost hʼesab kirin, çimkî her tiştêd ku Min ji Bavê Xwe bihîstin weva dane eʼyankirinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Êdî ez ji we re nabêjim ‹xulam›; çimkî xulam nizane ku axayê wî çi dike. Ez ji we re dibêjim ‹dostên min›; çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin, min bi we dan zanîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Жь вьр шунда Әз ԝә ‹хӧлам› һʼәсаб накьм, чьмки хӧлам һаш пе тʼӧнә кӧ ахайе ԝи чь дькә. Мьн һун дост һʼәсаб кьрьн, чьмки һәр тьштед кӧ Мьн жь Баве Хԝә бьһистьн ԝәва данә әʼйанкьрьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 ایدی اَز گاز وَ ناگَم خُلام، چون گو خُلام نِزانیت آغایه وی چه دِگَت. بَلگو اَز گاز وَ دِگَم هَوال، چون گو مِن هَچی دِشدا گو ژه بابه خو بیهیستیَ، بُ وَ دایَ زانین.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 15:15
32 Referans Kwoze  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


Û gotina nivîsarê hate sêrî, ku dibêje: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew jêrʼa rʼastî hate hʼesabê» û dostê Xwedê hate gotinê.


ew surʼa ku ji dewr û qurʼnada veşartî bû, lê niha cimeʼta Wîva eʼyan bû.


Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.


Eva surʼa dewrêd bihurîda li ber bendêd dinê venebûye, çawa niha bi Rʼuhʼê Pîroz li ber şandî û pʼêxemberêd Wîye pîroz vebûye.


Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Awa hûn ku lawêd Wî ne, Xwedê Rʼuhʼê Kurʼê Xwe şande nava dilê me, ku gazî Xwedê dike: «Abba!» awa gotî «Bavo!»


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Gelek tişt hene, ku Ez derheqa weda bêjim û dîwana we bikim. Lê Yê ku Ez şandime ser rʼastîyê ye û çi ku Min ji Wî bihîstîye, Ez dinyayêrʼa wê dibêjim».


Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


ne ku çawa xulam, lê ji xulamekî zêdetir e, çawa birakî delal! Bona min ew çiqasî delal e, lê bona te ewê hê zêde be, hin alîyê xulamtîyêda, hin jî alîyê Xudanda.


Min Tu wanva dayî eʼyankirinê û Ezê hê bidime eʼyankirinê, wekî ew hʼizkirina ku Te Ez pê hʼiz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim».


Wê xebera ku Min werʼa gotîye bînine bîra xwe, ku: ‹Xulam ne ser axayê xwerʼa ye›. Heger Ez zêrandime, wê we jî bizêrînin. Heger gotina Min xwey kirine, wê gotina we jî xwey kin.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, xulam ji axayê xwe ne mestir e, ne jî yê ku hatîye şandinê ji yê ku ew şandîye mestir e.


Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, werʼa, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda hʼizkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in:


çimkî min xwe neda paş, tʼemamîya qirara Xwedê werʼa got.


Kʼulfetê jêrʼa got: «Ez xulam, ez dibînim Tu pʼêxember î.


Û wê gavê ser şagirtêd Xweda vegerʼîya û wanarʼa başqe got: «Xwezî li wan çʼeʼva, çi ku hûn dibînin ew jî dibînin.


Hê gelek tişt hene ku Ez werʼa bêjim, lê niha hûn nikarin wan bibin.


Çimkî ez feʼm nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çʼeʼvê min rʼeş e.


Çawa nivîsar e: «Kʼê nêt-fikira Xudan pê hʼesîya, ku şîretekê bide Wî?» Lê nêt-fikira Mesîh serê meda ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite