Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 15:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Ev e tʼemîya Min: Hevdu hʼiz bikin, çawa ku Min hûn hʼiz kirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Emrê min ev e: Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Әв ә тʼәмийа Мьн: Һәвдӧ һʼьз бькьн, чаԝа кӧ Мьн һун һʼьз кьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 «اَمره مِن اَوَیَ گو هَژَ یِگودو بِگَن، وِسا گو مِن هَژَ وَ گِریَ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 15:12
16 Referans Kwoze  

Û Ewî ev tʼemî daye me: Ewê ku Xwedê hʼiz dike, ew gerekê birê xwe jî hʼiz bike.


Ez tʼemîke nû didime we: Hevdu hʼiz bikin. Çawa ku Min hûn hʼiz kirin, hûn jî usa hevdu hʼiz bikin.


Berî her tiştî, hʼizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hʼizkirin gelek guna dinixême.


Û ev e tʼemîya Wî, ku em bawerîya xwe navê Kurʼê Wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hʼiz bikin, çawa ku Ewî tʼemî li me kir.


Hʼizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin,


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Lê bona hʼizkirina hindava xûşk-birada, tiştekî me tʼune werʼa binivîsin, çimkî hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hʼiz bikin.


Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Ez tʼemîya vê yekê didim, ku hûn hevdu hʼiz bikin.


Niha ez hîvî ji te dikim, Xanimê, ez tʼemîke nû terʼa nanivîsim, lê ya ku berê pêşda li me hebû, ku em hʼemû hevdu hʼiz bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite