Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 15:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Min ev yekana werʼa gotin, wekî şabûna Min nava weda bimîne û şabûna we tʼemam be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Min ev tişt ji we re gotin, da ku şabûna min bi we re be û şabûna we temam bibe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Мьн әв йәкана ԝәрʼа готьн, ԝәки шабуна Мьн нава ԝәда бьминә у шабуна ԝә тʼәмам бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 مِن اَو قِسَنَ گُتنَ وَ گو کَیف خوشیا مِن ناو وَدا بیت و کَیف خوشیا وَ کامِل بیت.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 15:11
21 Referans Kwoze  

Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


Lê niha Ez tême cem Te û van yeka dinyayêda dibêjim, wekî şabûna Min dilê wanda tʼemam be.


Hʼeta niha we pê navê Min tʼu tişt nexwestîye. Bixwazin, hûnê bistînin, usa wekî şabûna we tʼemam be.


Em van tişta werʼa dinivîsin, wekî şabûna me tʼemam be.


We Ew nedîtîye, lê hûn Wî hʼiz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrʼûmet, ku bi zara nayê gotinê.


Gelek tiştêd mine nivîsarê werʼa hene, lê min nexwest ser kʼaxazê bi hʼubirê binivîsim, çimkî gumana min heye ezê xwexa bême cem we û rʼû bi rʼû tʼevî we xeber dim, wekî eşqa me tʼemam be.


Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».


Em hʼukumî ser bawerîya we nakin, çimkî hûn bawerîyêda şidîyayî ne, lê em tʼevî we dixebitin bona şabûna we.


Gerekê em eşq û şa bûna, çimkî ev birê te mirî bû, sax bû û undabûyî bû, hate dîtinê›».


Û çaxê ew bibîne, wê gazî der û cînara ke û wanrʼa bêje: ‹Tʼevî min şa bin! Min zîvê xweyî undakirî dît›.


Ez vê yekê ku bê şik bawer dikim, lema jî zanim ku ezê bimînim, tʼevî we hʼemûya bim, wekî hûn hê pêşda herʼin û bawerîyêda şa bin.


Û bi şeravê serxweş nebin, ku eʼmirê mêriv pʼûçʼ dike, lê bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bin.


Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.


Û gava bibîne, wê ji şabûna dayne ser milê xwe,


Canegayê dermalîkirî bînin, serjêkin, em bixwin û şa bin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite