Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 14:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Îsa jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas nekirime? Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye; tu çawa dibêjî: ‹Bav nîşanî me bide›?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Иса жерʼа гот: «Филипо! Һаԛас ԝәхт Әз тʼәви ԝә мә у һе тӧ Мьн нас наки? Йе кӧ Әз дитьмә, Бав дитийә. Тӧ чаԝа дьбежи: ‹Баве нишани мә кә›?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 عیسی گُتَ وی: «فیلیپُس، اَز کِمِژوَیَ گَل وَدامَ و وَ هِشتا اَز ناس نَگِرِمَ؟ اَو کَسه گو اَز دیتِمَ، بابو ژی دیتیَ؛ بَجا اَو چاونَ گو تِ دِبِژی ”بابو نیشا مَ بِدَ“؟

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 14:9
16 Referans Kwoze  

Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, Ew Nixurîyê ser hʼemû eʼfirînarʼa.


Û ewê ku Min dibîne, yê ku Ez şandime dibîne.


Heger we Ez nas kirime, hûnê Bavê Min jî nas bikin. Awa ji vir şûnda hûn Wî nas dikin û we Ew dîtîye».


Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Ew ku binyatʼa Xweda Xwedê bû, pey wê yekê nekʼet, ku bima weke Xwedê,


Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Hey nisilê nebawer! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê li we sebir kim? Wî bînine cem Min».


Durʼûno! Hûn rʼûyê eʼzmên eʼnene dikin hewayê çawa be, lê çawa vî zemanî eʼnene nakin?


Awa heger em dannasîn dikin, ku Mesîh ji mirinê rʼabûye, çawa ji we hinek dibêjin, ku rʼabûna mirîya tʼune?


Hingê wan jê pirsî: «Kʼanê ye Bavê Te?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn ne Min nas dikin, ne jî Bavê Min. Heger we Ez nas bikirama, weyê Bavê Min jî nas bikira».


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite