Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 14:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 lê bira dinya bizanibe wekî Ez Bavê hʼiz dikim û Bavê çawa tʼemî li Min kirîye Ez usa dikim. Rʼabin, em ji vir herʼin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

31 lê bila dinya bizane ku ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min ez wisa dikim. «Rabin, em ji vir herin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

31 ле бьра дьнйа бьзаньбә ԝәки Әз Баве һʼьз дькьм у Баве чаԝа тʼәми ль Мьн кьрийә Әз ӧса дькьм. Рʼабьн, әм жь вьр һәрʼьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 بله اَز وه شُله دِگَم گو بابو بُ مِن اَمِر گِریَ، گو دُنیا بِزانیت اَز هَژَ بابو دِگَم. رابِن، اَم اِرَدا بِچِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 14:31
17 Referans Kwoze  

Tʼu kes wî eʼmirî ji Min nastîne, lê Ez Xwexa wî didim. Hʼukumê Min heye, Ez wî bidim û hʼukumê Min heye dîsa wî bistînim. Min ev tʼemî ji Bavê Xwe standîye».


Ewî Xwe nimiz kir, hʼeta mirinêrʼa jî qayl bû, ew jî mirina ser xaçê.


Çimkî Min xweserîxwe negotin, lê Bavê ku Ez şandime, Ewî tʼemî daye Min ku Ez çi bêjim û çi xeber dim.


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Lê nixumandineke Min heye, ku Ez gerekê pê bême nixumandinê û dilê Min qet ne rʼihʼet e hʼeta ku ew bê sêrî.


Bav çawa Min hʼiz dike, Ez jî usa we hʼiz dikim. Hʼizkirina Minda bimînin.


Îsa Petrûsrʼa got: «Şûr têke qavê! Ezê çawa wê kʼasa ku Bavê daye Min venexwim?»


Niha agir dilê Min kʼetîye. Ez çi bêjim? Bêjim: ‹Bavo, Min ji vê sihʼetê xilaz ke›? Ne Ez bona vê sihʼetê hatime?


Hinekî pêşda çû Xwe deverʼûya avît dua kir û got: «Bavê Min! Heger dibe, bira ev kʼasa cefê ser Minrʼa derbaz be. Lê ne ku çawa Ez dixwazim, lê bira xwestina Te be».


Rʼabin em herʼin. Va ye ewê ku nemamîya Min dike nêzîk bû».


Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite