Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 14:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 Îdî Ezê tʼevî we gelekî xeber nedim, çimkî va ye serwêrê vê dinyayê tê. Hʼukumê wî qet ser Min tʼune,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

30 Êdî ez bi we re pirr napeyivim, çimkî serokê vê dinyayê tê. Tu tiştê wî bi min re tune,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

30 Иди Әзе тʼәви ԝә гәләки хәбәр нәдьм, чьмки ва йә сәрԝере ве дьнйайе те. Һʼӧкӧме ԝи ԛәт сәр Мьн тʼӧнә,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 اَز وِنَ وِداتِر زِدَ گَل وَدا قِسَ ناگَم، چون گو سَرُکه وه دُنیایه تِت. اَوی سَر مِن چه اقتدار چِنینَ؛

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 14:30
22 Referans Kwoze  

Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye.


Hûn ji Xwedê ne, zarʼokno û hûn ser pʼêxemberêd derew kʼetine, çimkî Ew Rʼuhʼê nava weda ji wî rʼuhʼê ku nava dinyayêda ye mestir e.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Niha ye wextê dîwana vê dinyayê, niha serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva.


Çimkî şerʼê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hʼukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya teʼrî ye û miqabilî ordîyêd rʼuhʼanîye xirabe li dîyarê eʼzmana ne.


Ewî gune nekir û zarê Wîda hʼilekʼarî tʼunebû.


gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune.


Ne Ez her gav tʼevî we pʼaristgehêda bûm, we destê xwe ne dida Min. Lê niha wextê we ye û hʼukumê teʼrîstanîyê ye».


Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Awa hema merʼa rʼast serekkʼahînekî aha lazim bû, pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunekʼara cudebûyî û ji eʼzmana jortir çûyî.


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.


Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.


lê pê xûna Mesîhe qîmet-giran, ku ew çawa berxekî bêqusûr û bêlekʼe bû.


Em zanin her zarʼeke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite