Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 14:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 We bihîst ku Min werʼa got: ‹Ezê herʼim, lê dîsa ser weda bêm!› Heger we Ez hʼiz bikirama, hûnê şa bibûna ku Ez diçime cem Bavê, çimkî Bav ser Minrʼa ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

28 We bihîst ku min ji we re got: ‹Ez diçim, lê ezê dîsa bêm ba we!› Eger we ji min hez bikira, hûnê şa bibûna ji bo ku ez diçim ba Bav. Çimkî Bav di ser min re ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

28 Ԝә бьһист кӧ Мьн ԝәрʼа гот: ‹Әзе һәрʼьм, ле диса сәр ԝәда бем!› Һәгәр ԝә Әз һʼьз бькьрама, һуне ша бьбуна кӧ Әз дьчьмә щәм Баве, чьмки Бав сәр Мьнрʼа йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 وَ بیهیست گو مِن گُتَ وَ، ”اَز دِچِم، بله دیسا اَزه بِمَ لاره وَ.“ هَگو وَ هَژَ مِن گِره با، اونه کَیف خوش بِبان گو دِچِمَ لاره بابو، چون گو بابو ژه مِن مَزِنتِرَ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 14:28
29 Referans Kwoze  

Ez we sêwî nahêlim, Ezê dîsa ser weda bêm.


Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, xulam ji axayê xwe ne mestir e, ne jî yê ku hatîye şandinê ji yê ku ew şandîye mestir e.


We Ew nedîtîye, lê hûn Wî hʼiz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrʼûmet, ku bi zara nayê gotinê.


Lê ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye.


Lê belê Ez rʼastîyê werʼa dibêjim, bona we hê rʼind e ku Ez herʼim. Heger Ez neçim, Piştovan wê neyê cem we, lê heger Ez herʼim, Ezê Wî bişînime cem we.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe.


Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me».


Bona vê yekê cihûya hê dikir ku Wî bikujin, çimkî Wî ne tʼenê rʼoja şemîyê tʼerʼibandibû, lê Xwedê kiribû Bavê Xwe û Xwe himberî Xwedê kiribû.


«Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye û hʼizkirîyê Minî ku Min begem kirîye. Ezê Rʼuhʼê Xwe daynime ser Wî û Ewê miletarʼa heqîyê eʼlam ke.


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite