Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 14:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

27 «Ez aştiyê ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we nadim. Bila dilê we reht nebe û netirsin!

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

27 Әз әʼдьлайийе ԝәрʼа дьһельм, ԝе әʼдьлайийа Хԝә дьдьмә ԝә. Әз ӧса надьм чаԝа кӧ дьнйа дьдә ԝә. Бьра дьле ԝә нәԛьлԛьлә у нәтьрсьн!

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 اَز آشتی و سِلامتیه بُ وَ دِهلِم؛ اَز آشتی و سِلامتیا خو دِدَمَ وَ. اَو دِشدا گو اَز دِدَمَ وَ، دِشدا گو دُنیا دِدَتَ وَ نینَ. دله وَ پَرِشَ نَبیت و نَتِرسِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 14:27
65 Referans Kwoze  

Û eʼdilayîya Xwedê ku ji her hʼiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektîya Mesîh Îsada xwey ke.


Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».


De bira Xudanê eʼdilayîyê xwexa, her gav, her alîyîva eʼdilayîyê bide we. Xudan tʼevî we hʼemûya be.


Bira eʼdilayîya Mesîh serwêrtîyê nêt-fikirêd we bike. Bona wê eʼdilayîyê hûn hatine gazîkirinê, ku bibine mîna bedenekê. Û şêkirdar bin.


Çimkî Xwedê rʼuhʼekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hʼizkirinê û xwegirtinê.


Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


Axirîya fikira binyatʼa merivayê mirin e, lê axirîya fikira Rʼuhʼ jîyîn û eʼdilayî ye.


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be,


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Bira dilê we neqilqile. Bawerîya xwe Xwedê bînin û bawerîya xwe Min jî bînin.


Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.


Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».


û bi Wî her tiştî tʼevî Xwe li hev bîne, heger li ser eʼrdê be, yan jî li eʼzmana be, bi wê xûna Wîye ser xaçê rʼijîyayî eʼdilayîyê bike.


Ji we hʼemûyarʼa, hʼizkirîyêd Xwedêye pîrozbûnêrʼa gazîkirî, ku Rʼomayêda dimînin, kʼerem û eʼdilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh.


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


Xût wê êvarê, rʼoja yekşemê, gava şagirt civîyayî bûn, ji tirsa cihûya jî derî li ser wan dadayî bûn, hingê Îsa hat nava wanda sekinî û wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa».


De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedê, Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be.


Hûn îdî rʼind zanin ku Xwedê eva xebera zarʼêd Îsraêlrʼa şand, bi Îsa Mesîh Mizgînîya eʼdilayîyê da, Yê ku Xudanê hʼemûya ye.


«Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa, eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa, ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye».


wekî yêd ku teʼrîstanîyê û bin sîya mirinêda dimînin rʼonayî ke û nigêd me dayne ser rʼîya eʼdilayîyê».


Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e,


Şevekê Xudan dîtinokêda hate ber çʼeʼvê Pawlos û gotê: «Netirse, xeber de û xwe kerʼ neke.


Awa îdî tʼu car ji meriva netirsin. Tiştekî dizîva tʼune ku derneyê û ne jî veşartî ku kʼifş nebe.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne,


Birahîm jî ji hʼemû tʼalanê xwe dehek da wî. (Pêşîyê navê Melkʼî-Sadiq şirovedibe: «Pʼadşê Heqîyê» û alîkî dinva jî ew «Pʼadşê Şelîmê» bû, awa gotî navê wî tê feʼmkirinê «Pʼadşê Eʼdilayîyê».)


Pey hʼeyşt rʼojarʼa, şagirtêd Îsa dîsa malda bûn û Tʼûma jî tʼevî wan bû. Derî dadayî bûn, lê Îsa hat, nava wanda sekinî û got: «Eʼdilayî werʼa».


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


De bira eʼdilayî û rʼeʼm ser wan hʼemûya be, kʼîjanêd ku anegorî vê yekê dijîn û usa jî ser Îsraêla Xwedê be.


çi mala ku hûn herʼinê, pêşîyê bêjin: ‹Eʼdilayî vê malêrʼa›.


cimeʼta Xwedêrʼa, wan xûşk-birayêd amine yektîya Mesîhda ku Kolosyayêda dimînin: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me li we be.


Ez we pismamêd Xwerʼa dibêjim, ji wana netirsin, yêd ku bedenê dikujin, ji wê pêştir tiştekî din nikarin bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite