Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 14:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Ewê ku tʼemîyêd Min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku Min hʼiz dike. Û ewê ku Min hʼiz dike, ewê ji alîyê Bavê Minda bê hʼizkirinê. Ezê jî wî hʼiz bikim û Xwe wîva eʼyan kim».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 «Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê ku ji min hez dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Әԝе кӧ тʼәмийед Мьн ԛәбул дькә у ԝан хԝәй дькә, әԝ ә йе кӧ Мьн һʼьз дькә. У әԝе кӧ Мьн һʼьз дькә, әԝе жь алийе Баве Мьнда бе һʼьзкьрьне. Әзе жи ԝи һʼьз бькьм у Хԝә ԝива әʼйан кьм».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 اَوه گو اَمرِت مِن قَبول دِگَت و وان تینیتَ جی، اَوَ گو هَژَ مِن دِگَت؛ و اَوه گو هَژَ مِن دِگَت، بابه مِن دیه هَژَ وی بِگَت و اَزه ژی هَژَ وی بِگَم و خو نیشا وی بِدَم.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 14:21
43 Referans Kwoze  

Heger hûn Min hʼiz dikin, hûnê tʼemîyêd Min xwey kin.


Çimkî bi vê yekê em hʼizkirina xwe hindava Xwedêda didine kʼifşê, gava em tʼemîyêd Wî xwey dikin. Û tʼemîyêd Wî ne giran in,


Lê yê ku gotina Wî diqedîne, hʼizkirina Xwedê rʼast nava wîda tʼemam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda ne:


Hʼizkirin ev e, ku em li gora tʼemîyêd Wî bijîn. Tʼemî ew e, ya ku we hê berê pêşda bihîstîye, wekî hûn hʼizkirinêda bijîn.


Bav Xwexa we hʼiz dike, çimkî we Ez hʼiz kirime û bawer kirîye ku Ez ji cem Xwedê hatime.


Lê Ewî got: «Hê xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin».


Hûn dostêd Min in, heger hûn wan tʼemîyêd ku Ez didime we xwey dikin.


Va Ez li ber derî sekinî me û li dêrî dixim. Heger yek dengê Min bibihê û dêrî li Min veke, Ezê herʼime hindurʼ, tʼevî wî nan bixwim û ewê jî tʼevî Min.


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û tʼu kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne.


Ez nava wanda, Tu jî nava Minda, wekî ew tʼifaqêda lap gihîştî bin û dinya bizanibe ku Te Ez şandim û usa wan hʼiz dikî, çawa Min hʼiz dikî.


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


Ewê rʼûmeta navê Min bilind ke, çimkî Ewê ji Min bistîne û werʼa gilî ke.


Ez we sêwî nahêlim, Ezê dîsa ser weda bêm.


Xudan tʼevî rʼuhʼê te be. Kʼerema Xwedê werʼa be.


Awa em hʼemû jî rʼûkî bêxêlîkirî mîna neynikê şewqa rʼûmeta Xudan vedigerʼînin û em bi derecêd rʼûmet bi rʼûmetê têne guhastinê, dibine xût ew sûretê Wî, ev yek bi alîkʼarîya Xudan e, ku xwexa Rʼuhʼ e.


min Ew dît û Wî minrʼa got: ‹Bike bilezîne ji Orşelîmê derê, çimkî ew şeʼdetîya ku tê bona Min bidî ewê qebûl nekin›.


Bona vê yekê min sê cara hîvî ji Xudan kir, ku vê yekê ji min dûr xe,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite