Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 14:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Hinekî şûnda îdî dinyayê Min nebîne, lê hûnê Min bibînin. Çimkî Ez dijîm, hûnê jî bijîn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Piştî demeke kurt, êdî dinya min nabîne, lê hûnê min bibînin. Madem ez dijîm, hûn jî, hûnê bijîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Һьнәки шунда иди дьнйайе Мьн нәбинә, ле һуне Мьн бьбиньн. Чьмки Әз дьжим, һуне жи бьжин.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 پاشه مدَتَگه گِم دُنیا ایدی مِن نابینیت، بله اونه مِن بِبینِن. چون اَز دِژیم، اونه ژی بژین.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 14:19
20 Referans Kwoze  

Hinekî şûnda hûnê Min nebînin û dîsa hinekî şûnda hûnê Min bibînin».


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime.


Îsa gote wê: «Ez im rʼabûn û jîyîn! Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, heger bimire jî wê bijî.


Aha jî nivîsar e: «Merivê pêşin Adem, bû bînberekî sax», lê Ademê paşin bû rʼuhʼekî jîyîndayînê.


Rʼast e hûn jî niha ber xwe dikʼevin, lê Ezê we dîsa bibînim û dilê weyê bi eşq û şabûnêva tʼijî be û tʼu kesê wê şabûnê ji we nestîne.


Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.


Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.


Lê rʼast Mesîh ji mirinê rʼabûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava mirîya rʼabûyî.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Lawno! Ez gelek wext tʼevî we namînim. Hûnê li Min bigerʼin, lê niha Ez werʼa dibêjim, çawa ku Min cihûyarʼa jî got, hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ez diçimê.


Îsa wanrʼa got: «Hinek wext jî rʼonayî wê tʼevî we be. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bimeşin, nebe ku teʼrî ser weda bê. Ewê ku teʼrîyêda dimeşe, ew nizane kʼuda diçe.


Wî dîsa wanrʼa got: «Ez diçim, hûnê li Min bigerʼin û hûnê nav gunêd xweda bimirin. Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê herʼimê».


Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim».


ne ku hʼemû cimeʼtêrʼa, lê wan şeʼdarʼa, yêd ku pêşîyê ji alîyê Xwedêda hatibûne bijartinê, awa gotî merʼa, yêd ku pey mirin-rʼabûna Wîrʼa tʼevî Wî xwarin û vexwarin.


Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite