Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 14:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Ew e ew Rʼuhʼê ku rʼastîyê eʼlam dike û dinya nikare Wî qebûl ke, çimkî ne Wî dibîne û ne jî Wî nas dike. Lê hûn Wî nas dikin, çimkî Ew tʼevî we dimîne û wê nava weda be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Әԝ ә әԝ Рʼӧһʼе кӧ рʼастийе әʼлам дькә у дьнйа нькарә Ԝи ԛәбул кә, чьмки нә Ԝи дьбинә у нә жи Ԝи нас дькә. Ле һун Ԝи нас дькьн, чьмки Әԝ тʼәви ԝә дьминә у ԝе нава ԝәда бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 آنی رِحا راستیه گو دُنیا نِگاریت اَوه بینیتَ دَست، چون گو نه اَوی دِبینیت و نه ناس دِگَت؛ بله اون اَوی ناس دِگَن، چون گو لاره وَ دِمینیت و دیه ناو وَدا بیت.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 14:17
30 Referans Kwoze  

Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke.


Lê çi derheqa weda ye, ew Rʼuhʼê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne hʼewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî Rʼuhʼ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rʼast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin.


Gava ew Piştovan bê, kʼîjanî Ezê ji Bavê werʼa bişînim, ew Rʼuhʼê ku wê rʼastîyê werʼa gilî ke, Yê ku ji Bavê dertê, hingê Ewê bona Min şeʼdetîyê bide.


Em ji Xwedê ne. Yê ku Xwedê nas dike, ew guhdarîya me dike. Yê ku ne ji Xwedê ye, ew guhdarîya me nake. Bi vê yekê em Rʼuhʼê rʼastîyê û rʼuhʼê nerʼastîyê ji hev derdixin.


Çima hûn nizanin ku hûn pʼaristgeha Xwedê ne û Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne?


Lê merivê nexweyî-Rʼuhʼ wan tiştêd Rʼuhʼê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhʼişî ne û nikare jî feʼm bike, çimkî hʼalê wan tişta bi rʼuhʼanî têne eʼnenekirinê.


Çima hûn nizanin ku bedenêd we pʼaristgeha Rʼuhʼê Pîroz in, ku nava weda ye, Kʼîjan we ji Xwedê stand? Hûn ne xweyîyê serê xwe ne.


Ew tiştêd qence ku li te hatine spartinê bi wî Rʼuhʼê Pîrozî nava meda xwey ke.


Ezê jî ji Bavê hîvî kim û Ewê Piştovanekî din bide we, wekî hʼeta-hʼetayê tʼevî we bimîne.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.


Û ewê ku tʼemîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî Rʼuhʼê ku Ewî daye me.


Hûn ji Xwedê ne, zarʼokno û hûn ser pʼêxemberêd derew kʼetine, çimkî Ew Rʼuhʼê nava weda ji wî rʼuhʼê ku nava dinyayêda ye mestir e.


bi bawerîyê Mesîh dilê weda bijî û hûn hʼizkirinêda rʼaw û rʼikʼinê xwe bavêjin,


Awa hûn ku lawêd Wî ne, Xwedê Rʼuhʼê Kurʼê Xwe şande nava dilê me, ku gazî Xwedê dike: «Abba!» awa gotî «Bavo!»


Hûn dilê xwe bicêrʼibînin, kʼa hûn nava bawerîyêda ne? Xwe eʼnene kin. Hûn feʼm nakin, ku Îsa Mesîh nava weda ye, tʼenê cêrʼibandinêda hûn pênebûyî nîbin?


Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin.


Bi Wî hûn jî bi hevrʼa têne avakirinê, çawa xana Xwedê bi Rʼuhʼê Pîroz.


Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û tʼu kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne.


Çimkî ev hersêk in, ku şeʼdetîyê didin:


Yan jî çi hevaltîya pʼaristgeha Xwedê tʼevî ya pʼûta heye? Çimkî em pʼaristgeha Xwedêyê sax in! Çawa Xwedê got: «Ezê nava wanda bimînim, nava wanda bimeşim, Xwedêyê wan bim û ewê jî cimeʼta Min bin».


Ez çi bikim? Ezê hin bi rʼuhʼê xwe dua bikim, hin jî bi hʼişê xwe, hin bi rʼuhʼê xwe bistirêm, hin jî bi hʼişê xwe.


Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite