Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 13:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Ez bona we hʼemûya nabêjim, çimkî Ez zanim Min kʼîjan bijartine. Lê gerekê nivîsar bê sêrî: ‹Yê ku nanê Min xwar pʼehʼîn avîte Min›.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 «Ez ji bo we hemûyan nabêjim; ez dizanim min kî hilbijartine. Lê divê ew nivîsar bê cih: ‹Yê ku nanê min xwar Pehniya xwe li hember min rakir.›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Әз бона ԝә һʼәмуйа набежьм, чьмки Әз заньм Мьн кʼижан бьжартьнә. Ле гәрәке ньвисар бе сери: ‹Йе кӧ нане Мьн хԝар пʼәһʼин авитә Мьн›.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 اَو دِشدا گو اَز دِبِژِم راستا وَ همویادا نینَ. اَز اَونه گو مِن بِژارتیَ ناس دِگَم. بله اَو پِشگُتنا زَبورا داوود دیه بِتَ جی گو ”اَوه گو نانه مِن دِخُت، گَل مِدا دَستبه دُژمِناتیه دِگَت.“

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 13:18
27 Referans Kwoze  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku peʼrîyê Xwe tʼevî Min tʼasêda kir, ewê nemamîya Min bike.


Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî.


Ewî wanrʼa got: «Ew yek nava we her donzdehada ye, yê ku peʼrîyê xwe tʼevî Min tʼasêda dike.


Îsa cab da û got: «Ew e, yê ku Ez vî peʼrîyê nan xwarinêda kim bidimê». Û peʼrîyê nan xwarinêda kir, da Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Çima Min hûn her donzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we cin e».


Heger hûn pʼara dinyayê bûna, dinyayê yêd xwe hʼiz bikira. Lê Min hûn ji dinyayê bijartine, hûn ne pʼara dinyayê ne, lema dinya dijene we.


Û tʼu eʼfirîn ji Wî veşartî nîne, lê her tişt li ber çʼeʼvê Wî vekirî û aşkere ye, ku li ber Kʼîjanî emê hʼesabê xwe bidin.


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


û dijminêd mêriv wê ji mala wî bin.


Ezê zarʼêd wê xim, bikujim û hʼemû civînê bizanibin ku Ez im, Yê dil û nêta eʼnene dike. Ezê li anegorî kirinêd we her yekî bidime we.


Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîrʼa got: «Tu Min hʼiz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Pezêd Min biçʼêrîne.


Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa.


Gava wana hê dixwar, Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike».


Gava rʼo çû ava, Îsa tʼevî her donzdeha çû wê derê.


Çaxê li ser sifrê rʼûniştin û nanê xwe dixwarin, Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike, yê ku tʼevî Min nên dixwe».


Lê va destê yê ku nemamîya Min bike, li ser vê sifrê tʼevî Min e.


Îsa gava eva yeka got, rʼuhʼda gelekî qilqilî, Wî aşkere şeʼdetî da û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike».


Şagirta şaşmayî li hevdu nihêrʼî, gelo ew bona kʼê dibêje.


Lê belê ev yek bû, wekî ew gotina ku Qanûna wanda hatîye nivîsarê bê sêrî: ‹Cîkî badîhewa jenîyane Min›.


Ev yeka bû, ku ew gotina Îsa bê sêrî, ku dabû feʼmkirinê, Ewê çawa bimire.


Hingê hevdurʼa gotin: «Werin em vî neqelêşin, em pʼeşk bavêjin, kʼa wê kʼêrʼa bikʼeve». Ev yek bû, wekî nivîsar bê sêrî: «Kʼincêd Min nav xweda pʼarevekirin û ser pʼotê Min pʼeşk avîtin». Eskera jî hema ev yek kir.


Ev yeka qewimî, wekî ew nivîsar bê sêrî: «Tʼu hestûyê Wî wê neyê şkênandinê».


hʼeta wê rʼoja ku berbi eʼzmên hate hilatinê. Lê hê berî eʼzmên hilatinê Ewî bi Rʼuhʼê Pîroz tʼemî li şandîyêd Xweye bijartî kir.


«Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê Rʼuhʼê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû rʼêberê wan, yêd ku Îsa girtin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite