Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 13:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Îcar beriya Cejna Derbasbûnê, Îsa dizanibû saeta wî ya ku vê dinyayê berde û here ba Bav hatiye. Wî ji hemûyên xwe yên li dinyayê hez kiribû û heta dawiyê ji wan hez kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Бәри Щәжьна Дәрбазбуне, Иса заньбу кӧ сьһʼәта Ԝи перʼа гьһиштийә кӧ жь ве дьнйайе дәре у һәрʼә щәм Баве. Әԝи һʼәмуйед Хԝәйә кӧ ве дьнйайеда һʼьз кьрьбун, һʼәта дәрәща һәрә бьльнд жи әԝ һʼьз кьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 پِش عَیدا پِسَخه، عیسی گو دِزانی سَعَتا وی گَهَشتیَ گو ژه وه دُنیایه دا بِچیتَ لاره بابو، اَونه گو وه دُنیایه دا هَژَ وان دِگِر، حَتا دوماییگه مُحبّت گِر.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 13:1
44 Referans Kwoze  

Îsa li wan vegerʼand û got: «Ew sihʼeta ku Kurʼê Mêriv wê bê rʼûmetkirinê pêrʼa gihîşt.


Em hʼiz dikin, çimkî Ewî pêşda em hʼizkirin.


Ez tʼemîke nû didime we: Hevdu hʼiz bikin. Çawa ku Min hûn hʼiz kirin, hûn jî usa hevdu hʼiz bikin.


Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».


Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa vegerʼe cem Xwedê.


Îsa her tişt zanibû ku wê çi bê serê Wî, pêşda çû û wanrʼa got: «Hûn li kʼê digerʼin?»


Ewê we hʼeta xilazîyê hʼîmgirtî xwey ke, ku hûn Rʼoja hatina Xudanê me Îsa Mesîh bêlekʼe bin.


Ew ne ji dinyayê ne, çawa ku Ez ne ji dinyayê me.


Çaxê Îsa ev yekana gotin, berê Xwe eʼzmênda kir û got: «Bavo, wext pêrʼa gihîştîye. Kurʼê Xwe rʼûmet ke, wekî Kurʼ jî Te rʼûmet ke.


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin.


Bavo, bi wê rʼûmeta Mine ku hê berî eʼfirandina dinyayê li cem Te hebû niha Min rʼûmet ke li ber Xwe.


Hingê hate cem şagirta û wanarʼa got: «Hûn hela hê rʼazayî ne û rʼihʼet dibin? Va wext pêrʼa gihîşt ku Kurʼê Mêriv bikʼeve destê gunekʼara.


Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Lê em muhʼtac in wekî ji we her yek hʼeta xilazîyê wê xîretê bide kʼifşê, ku gumana we hʼîmgirtî bimîne.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Lê em nava van hʼemû tiştada hê zêde serdikʼevin, bi saya Ewî ku em hʼiz kirin.


Min Tu wanva dayî eʼyankirinê û Ezê hê bidime eʼyankirinê, wekî ew hʼizkirina ku Te Ez pê hʼiz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim».


We bihîst ku Min werʼa got: ‹Ezê herʼim, lê dîsa ser weda bêm!› Heger we Ez hʼiz bikirama, hûnê şa bibûna ku Ez diçime cem Bavê, çimkî Bav ser Minrʼa ye.


Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, gelek merivêd ji dor-bera berî cejinê hevraz çûne Orşelîmê, wekî li gora eʼdet xwe bişon-veşon.


Hingê kirin ku Wî bigirin, lê kesekî nikaribû Ew bigirta, çimkî hê wextê Wî nehatibû.


Îsa wanrʼa got: «Wextê Min hê nehatîye, lê her tʼim wext destê weda ye.


Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû.


Ne Ez her gav tʼevî we pʼaristgehêda bûm, we destê xwe ne dida Min. Lê niha wextê we ye û hʼukumê teʼrîstanîyê ye».


Û çaxê ew rʼojêd ku Îsayê bihata hildanê nêzîk bûn, Ewî berê Xwe da Orşelîmê, ku herʼe wir.


û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»


Îsa ev xeber pʼaristgehêda wextê hînkirina Xwe gotin, li wê oda ku dîyarî têda dihate tʼopkirinê, lê kesî Ew negirt, çimkî hê wextê Wî nehatibû.


Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, Îsa hevraz çû Orşelîmê.


Kʼîsikê pʼera ku cem Cihûda bû, lema hineka tʼirê, ku Îsa wîrʼa dibêje: «Tiştêd ku cejinêda merʼa lazim in bikʼirʼe», yan jî «tiştekî bide belengaza».


lê bira dinya bizanibe wekî Ez Bavê hʼiz dikim û Bavê çawa tʼemî li Min kirîye Ez usa dikim. Rʼabin, em ji vir herʼin.


Pey vê yekêrʼa Îsa zanibû her tiştêd ku wê bibûna îdî qewimîn, hingê Wî got: «Ez tʼî me», wekî nivîsar bê sêrî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite