Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 12:42 - Peymana Nû (Încîl)

42 Lê belê dîsa jî ji serwêra geleka bawerîya xwe Wî anî. Lê ji tirsa fêrisîya, li xwe mukurʼ nedihatin, ku ji kʼinîştê neyêne derxistinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

42 Lê belê dîsa jî ji serekan gelekan bawerî bi wî anî. Lê ji tirsa Fêrisiyan, ji bo ku ji kinîştê neyên avêtin, ev eşkere nekirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

42 Ле бәле диса жи жь сәрԝера гәләка баԝәрийа хԝә Ԝи ани. Ле жь тьрса ферьсийа, ль хԝә мӧкӧрʼ нәдьһатьн, кӧ жь кʼьниште нәйенә дәрхьстьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

42 بِ وه حالی، حتا گَلَک مَزِنِت قَومی ژی ایمان اینانَ عیسی، بله تِرسا فَریسیادا، ایمانا خو نَتینانَ سَر اَزمان، گو وِسا له نَیِت گو اَوان دیره دا دَرخینِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 12:42
25 Referans Kwoze  

Dê û bavê wî ji tirsa cihûya aha gotin, çimkî cihûya pêşda ya xwe kiribûne yek: «Heger kʼî bêje Îsa Mesîh e, ewê ji kʼinîştê bê derxistinê».


Lê ji tirsa cihûya, kesî newêribû aşkere bona Wî tiştek bigota.


Kʼî ku Min ber meriva îqrar ke, Ezê jî wî ber Bavê Xweyî Eʼzmana îqrar kim.


Heger yek îqrar dike ku Îsa Kurʼê Xwedê ye, Xwedê nava wîda dimîne û ew jî nava Xwedêda.


Hûn bi vê yekê dikarin Rʼuhʼê Xwedê nas bikin: Her rʼuhʼê ku Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar dike, ew ji Xwedê ye.


Çimkî bi dil yek bawer dike, rʼast tê hʼesabê û bi dev îqrar dike, xilaz dibe.


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Pey vê yekêrʼa, Ûsivê ji Arîmetyayê ku şagirtê Îsa bû, lê ji tirsa cihûya xwe eʼyan nedikir, hîvî ji Pîlato kir ku cinyazê Îsa ji xaçê peya ke û Pîlato îzin dayê. Hingê ew çû cinyazê Îsa ji xaçê peya kir.


Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.


çimkî rʼûyê wîda gelek cihû diçûn bawerîya xwe Îsa danîn.


Hingê gelek cihûyêd ku hatibûne cem Meryemê, ev kirina Îsa ku dîtin, bawerîya xwe Wî anîn.


Caba wî dan û gotin: «Tu serda-pêda nav gunada dinê kʼetî yî û me hîn dikî?» Û ew ji kʼinîştê derxistine der.


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Ez werʼa dibêjim, kʼî ku ber meriva Min îqrar ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî ber milyakʼetêd Xwedê îqrar ke.


Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.


Pîlato gazî serekêd kʼahîna, serwêra û cimeʼtê kir,


Lê ji eʼlaletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite