Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 12:37 - Peymana Nû (Încîl)

37 Ser haqas nîşanarʼa ku Wî li ber wan kirin, lê wana dîsa bawerîya xwe li Wî nedanîn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

37 Bi ser ku wî li ber wan evqas nîşan çêkiribûn, hê jî wan bawerî bi wî nedianî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

37 Сәр һаԛас нишанарʼа кӧ Ԝи ль бәр ԝан кьрьн, ле ԝана диса баԝәрийа хԝә ль Ԝи нәданин.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

37 دوزَ گو عیسی گَلَک نیشان لاره وان نیشان دابون، بله دیسا ژی اَوان ایمان نَینانَ وی.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 12:37
9 Referans Kwoze  

Hingê Birahîm wîrʼa got: ‹Heger guhdarîya Mûsa û pʼêxembera nakin, yek ji mirîya rʼabe jî, dîsa ewana bawer nakin›».


Heger Min nav wanda nekirana, ew kirêd ku tʼu kesî nekirine, gunêd wanê tʼunebûna. Lê niha dîtin, hin jenîyane Min, hin jî Bavê Min.


Ew hate ser warê Xwe, lê cimeʼta Wî Ew qebûl nekir.


Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cimeʼta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime».


Hingê Îsa destpêkir li wan bajara hilat, kʼîjanada gelek kʼeremetêd Wî qewimîbûn, çimkî ew ji gunekirinê venegerʼîyan.


Eva nîşana Îsaye pêşin bû, ku Wî Qanaya Celîlêda kir. Bi vî awayî Ewî rʼûmeta Xwe da xuyakirinê û şagirtêd Wî bawerîya xwe Wî anîn.


Eʼlaleteke giran pey Wî diçû, çimkî wan ew nîşanêd kʼeremet dîtibûn, yêd ku Wî li ser nexweşa kiribûn.


Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bawerîya xwe rʼonayê bînin, wekî hûn bibine zarʼêd rʼonayê». Gava Îsa ev yekana gotin çû û Xwe ji ber wan veşart.


Ev yek aha bû, wekî ew gotina Îşaya pʼêxember bê sêrî: «Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir? Û zenda Xudan kʼêva eʼyan bû?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite