Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 12:32 - Peymana Nû (Încîl)

32 Gava Ez ji eʼrdê berbi jor bême hildanê, Ezê hʼemûya berbi Xwe bikʼişînim».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

32 Çaxê ku ez ji erdê ber bi jor ve bêm hildan, ezê hemûyan ber bi xwe ve bikişînim.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

32 Гава Әз жь әʼрде бәрбь жор бемә һьлдане, Әзе һʼәмуйа бәрбь Хԝә бькʼьшиньм».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

32 و وقته اَز خاچِوَ بِمَ وَگِرِن، اَزه همو کَسه بِکِشِمَ بُ آلیه خو.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 12:32
23 Referans Kwoze  

Hingê Îsa wanrʼa got: «Kʼengê hûn Kurʼê Mêriv bilind kin, hûnê hingê bizanibin ku EZ EW IM û Min qet tʼu tişt xweserîxwe nekirîye, lê Bavê çawa Ez hîn kirime, Ez usa xeber didim.


Çawa ku Mûsa berʼîyêda meʼr bilind kir, usa jî gerekê Kurʼê Mêriv bê bilindkirinê,


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Tʼu kes nikare bê cem Min, hʼeta Bavê ku Ez şandime, wî berbi Min nekʼişîne. Û Rʼoja Axretê Ezê wî ji mirinê rʼakim.


Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku tʼenê gunêd me, lê gunêd tʼemamîya dinyayê jî.


ku Xwe ji ber kʼirʼîna gişkava da. Ev yek rʼast wextda bû îzbatî, ku Xwedê dixwaze hʼemû xilaz bin.


Lê em niha Îsa bi rʼûmet û hurmet kʼofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyakʼeta hatibû nimizkirinê, wekî bi kʼerema Xwedê bona hʼemûya mirin bidîta.


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Ew bona şeʼdetîyê hat, wekî bona Rʼonayê şeʼdetîyê bide, ku hʼemû pê wî bawer bikin.


Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê kʼitêbê hildî û morêd wê jê rʼakî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimeʼtê û ji her miletî kʼirʼîn bona Xwedê,


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Îsa Xwexa xaçê Xwe hilda û derkʼete wî cîyê ku jêrʼa dibêjin «Cîyê Qaf», bi îbranî «Golgota».


Hingê eʼlaletê lê vegerʼand û gotê: «Me ji Qanûnê bihîstîye ku Mesîhê hʼeta-hʼetayê bimîne. Îdî Tu çawa dibêjî: ‹Gerekê Kurʼê Mêriv berbi jor bê hildanê›? Kʼî ye ew ‹Kurʼê Mêriv›?»


Ev yeka bû, ku ew gotina Îsa bê sêrî, ku dabû feʼmkirinê, Ewê çawa bimire.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite