Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 11:55 - Peymana Nû (Încîl)

55 Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, gelek merivêd ji dor-bera berî cejinê hevraz çûne Orşelîmê, wekî li gora eʼdet xwe bişon-veşon.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

55 Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû. Gelek kesên ji gundên hawirdor, ji bo ku li gor adetan xwe paqij bikin, beriya Cejna Derbasbûnê hilkişiyan Orşelîmê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

55 Щәжьна щьһуйайә Дәрбазбуне незик бу, гәләк мәрьвед жь дор-бәра бәри щәжьне һәвраз чунә Оршәлиме, ԝәки ль гора әʼдәт хԝә бьшон-вәшон.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

55 وقته عَیدا پِسَخا یهودیا نِیزوک بو، پِش عَیده، گَلَک مِرُو ژه آواهیه دُر و بَر چُنَ شَهره اورشلیمه گو پِش دَستبه گِرِنا عَیده، عادَتا طهارَته بیننَ جی.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 11:55
30 Referans Kwoze  

Şeş rʼoj berî Cejina Derbazbûnê, Îsa hate Beytanyayê, wî cîyê ku Lazar lê dima, yê ku Îsa ew ji nav mirîya rʼakiribû.


Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû.


Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, Îsa hevraz çû Orşelîmê.


Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê Xwe li we bigire. Destêd xwe bişon, gunekʼarno, dilê xwe paqij kin, dudilîno.


Lema bira meriv pêşîyê dilê xwe binihêrʼe û paşê ji wî nanî bixwe û ji wê kʼasê vexwe.


Hingê wî şixulîda ez pʼaristgehêda paqijbûyî dîtim li gora eʼdetê me. Ez ne tʼevî eʼlaletê bûm, ne jî şerʼûda.


Wî çaxî Îsa ji cem Qeyafa birine qesira welî. Serê sibehê zû bû û cihû nekʼetine qesirê, wekî xwe li gora eʼdetêd şûştin-veşûştinê nehʼerʼimînin, ku bikaribin xwarina Cejina Derbazbûnê bixwin.


Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin.


Pey vê yekêrʼa cejineke cihûya hat û Îsa hevraz çû Orşelîmê.


Û şeş kʼûpêd kevirî hebûn, ku li gora eʼdetêd cihûya bona şûştin-veşûştina wana li wir danîbûn. Ji wana her yekî ji hʼeyştê hʼeta sed bîst lîtir av hildida.


Awa du rʼoj şûnda wê Cejina Derbazbûnê û Cejina Nanê Şkeva bibûya. Serekêd kʼahîna û qanûnzana mecalekê digerʼîyan, ku çawa Îsa dizîva bi fêlbazîyê bigirin, bikujin


Gava Îsa ev hʼemû xeber xilaz kirin, şagirtêd Xwerʼa got:


«Hûn zanin ku wê du rʼoja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurʼê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê».


Cejina Nanê Şkeva nêzîk bû, ya ku jêrʼa Cejina Derbazbûnê dibêjin.


Wan xwerʼa hilde, tʼevî wan li gora eʼdet paqij be û xercê wan hilde ser xwe, ku pʼorʼê serê xwe kurʼ kin. Hingê her kesê zanibe ew tiştêd ku bona te bihîstine derew in û tu xwexa jî pey Qanûna Mûsa diçî.


Hingê Pawlos ew merî rʼoja dinê hildan, tʼevî wan paqij bû, kʼete pʼaristgehê û xilazîya rʼojêd paqijbûnê da eʼlamkirinê, ku wê kʼengê bona wan her kesî hʼedî bê dayînê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite