Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 11:52 - Peymana Nû (Încîl)

52 Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

52 Ne bi tenê di oxira wî miletî de, lê ewê ji bo civandin û yekîtiya zarokên Xwedê yên belavbûyî jî bimira.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

52 У нә кӧ тʼәне бона мьләт, ле бона зарʼед Хԝәдейә бәлабуйи жи, кӧ ԝан бьщьвинә у бькә йәк.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

52 و نه تِنه بَر خاطره مِلَتی، بَلگو بَر خاطره هِنده گو زارویِت خدا گو پَلاتَیینَ، خِر گَت و بِگَتَ یگ.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 11:52
40 Referans Kwoze  

Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku tʼenê gunêd me, lê gunêd tʼemamîya dinyayê jî.


Ji Petrûs, Şandîyê Îsa Mesîh, cimeʼta Xwedêye bijartîrʼa, ya ku li welatêd Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayêda xerîb belabûyî ye.


Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê kʼitêbê hildî û morêd wê jê rʼakî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimeʼtê û ji her miletî kʼirʼîn bona Xwedê,


Yan Xwedê tʼenê Xwedê cihûya ye? Ne yê necihûya ye? Belê, yê necihûya ye jî,


ku bibe rʼonayîya ber çʼeʼvê necihûya û qedir-hurmet cimeʼta Te Îsraêlrʼa».


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


anegorî qirara Wîye hê dewrêd berêda, ya ku Wî bi destê Mesîh Îsa, Xudanê me kir.


Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.


çawa nivîsar e: «Min tu kirî bavê gelek mileta». Ew bavê me ye, li ber wî Xwedêyê ku ewî bawer kir, wekî Ew mirîya sax dike û gazî tiştêd tʼunene dike, çawa ku hene.


Çimkî Ez tʼevî te me û kesekê ber te rʼanebe zîyanê nede te, çimkî gelek cimeʼta Min vî bajarîda heye».


Gava Ez ji eʼrdê berbi jor bême hildanê, Ezê hʼemûya berbi Xwe bikʼişînim».


Rʼoja dinê Yûhʼenna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide!


Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zarʼêd Xwedê.


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


Delalno, niha em zarʼêd Xwedê ne û hela hê ne eʼyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eʼyan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye.


Zarʼêd Xwedê û zarʼêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rʼastîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hʼiz nake.


Yan kʼîjan e ew kʼulfeta ku dehe zîvêd wê hebin û gava yekî ji wan unda ke, wê çʼirê vênexe, malê gêzî neke û qenc lê nagerʼe, hʼeta ku zîvê xwe bibîne?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite