Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 11:42 - Peymana Nû (Încîl)

42 Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cimeʼta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

42 Ez dizanim ku tu hergav min dibihîzî, lê min ev ji bo elaleta li hawirdorê rawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

42 Әз заньм кӧ Тӧ һәр гав дәнге Мьн дьбьһейи, ле Мьн бона хатьре ве щьмәʼта сәкьни гот, ԝәки баԝәр бькьн кӧ Тә Әз шандьмә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

42 مِن دِزانی گو تِ همو جاره دَنگا مِن دِبیهیسی. بله مِن اَو قِسَیَ بَر خاطره وان مِرُوا گُت گو اِرَ راوَستانَ، گو ایمانه بینِن گو تَ اَز رِگِرِمَ.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 11:42
27 Referans Kwoze  

Çimkî Xwedê Kurʼê Xwe neşande dinyayê, ku dîwana dinê bike, lê wekî dinya pê Wî xilaz be.


wekî hʼemû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin, bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime.


Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî kʼeser û bi hêsira lava û rʼeca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê.


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Ya Bavê rʼast! Dinya Te nas nake, lê Ez Te nas dikim û evana jî zanin wekî Te Ez şandime.


Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê rʼastîyê pê hʼesîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime.


Lê niha jî ez zanim Tu çi ji Xwedê bixwazî, Ewê bide Te».


Te tʼirê Ez nikarim ji Bavê Xwe bixwazim wekî pêrʼa-pêrʼa donzdeh ordîya zêdetir milyakʼet bigihîne Min?


Lê gava wext pêrʼa gihîşt, Xwedê Kurʼê Xwe şand, ku ji kʼulfetê bû û kʼete bin Qanûnê,


Cihûyêd ku malêda tʼevî wê bûn û li ber dilê wêda dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rʼabû derkʼete derva, dane pey wê çûn. Wan tʼirê ku ew diçe ser tʼirbê bigirî.


Îsa wanrʼa got: «Heger Xwedê Bavê we bûya, weyê Ez hʼiz bikirama, çimkî Ez ji cem Xwedê rʼabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê Ewî Ez şandime.


Û Yê ku Ez şandime tʼevî Min e û Wî Ez tʼenê nehiştime, çimkî Ez her gav kirinêd ku Wî xweş tên, dikim».


Lê heger Ez dîwanê bikim jî, dîwankirina Min rʼast e, çimkî Ez ne tʼenê me, Ez û Bav em hevrʼa ne, yê ku Ez şandime.


Pey vê gotinêrʼa bi dengekî bilind kire gazî: «Lazar, derkʼeve!»


çimkî rʼûyê wîda gelek cihû diçûn bawerîya xwe Îsa danîn.


Ew cimeʼta ku hingê tʼevî Wî bû, gava Wî Lazar ji mirinê rʼakir û eʼmir kir ku ji gorʼê derê, şeʼdetîya wê yekê dida.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite