Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 11:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Îsa gote wê: «Ez im rʼabûn û jîyîn! Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, heger bimire jî wê bijî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

25 Îsa ji wê re got: «Vejîn û jiyan ez im, yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 Иса готә ԝе: «Әз ьм рʼабун у жийин! Әԝе кӧ баԝәрийа хԝә Мьн бинә, һәгәр бьмьрә жи ԝе бьжи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 عیسی گُتَ وی: «اَز قیامَت و ژیانِم. اَوه گو ایمانه بینیتَ مِن، حتا هَگو بِمِریت ژی، دیه بژیت.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 11:25
41 Referans Kwoze  

Awa heger em bawer dikin, ku Îsa mir û ji mirinê rʼabû, usa jî Xwedê wê mirîyêd ser bawerîya Îsa tʼevî Wî vegerʼîne.


Ewê ku bawerîya xwe Kurʼ tîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ewê ku gurʼa Kurʼ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne».


Kanîya jîyînê Ew bû û jîyîn jî rʼonaya meriva bû.


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


Tʼu kes nikare bê cem Min, hʼeta Bavê ku Ez şandime, wî berbi Min nekʼişîne. Û Rʼoja Axretê Ezê wî ji mirinê rʼakim.


Çimkî qanûna Rʼuhʼê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim.


Îsa wanrʼa got: «Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku bê cem Min, ew qet birʼçî nabe û her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, tʼu car tʼî nabe.


Ewê ji çʼeʼvêd wan hʼemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tʼunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn».


Ez dixwazim Wî û qewata rʼabûna Wîye ji mirinê nas kim û tʼevî cefayêd Wî bim, bikʼevime hʼalê mirina Wî,


(Lê ew mirîyêd mayîn sax nebûn, hʼeta hʼezar sal tʼemam bû.) Ev e rʼabûna mirîyaye pêşin.


We Çʼeʼvkanîyê jîyînê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir û em xwexa şeʼde ne.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Çimkî çawa Bav kanîya jîyînê ye, usa jî kir wekî Kurʼ Xwexa kanîya jîyînê be.


Rʼuhʼ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku tʼî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne.


Hinekî şûnda îdî dinyayê Min nebîne, lê hûnê Min bibînin. Çimkî Ez dijîm, hûnê jî bijîn.


Kʼetime nava du kevira: Ez hʼizret im ku ji vî qalibî derêm, herʼime cem Mesîh, minrʼa eva hê gelekî qenc e,


Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


Em zanin Ewê ku Xudan Îsa ji mirinê rʼakir, wê me jî tʼevî Îsa ji mirinê rʼake û me tʼevî we ber xwe bide sekinandinê.


çawa nivîsar e: «Min tu kirî bavê gelek mileta». Ew bavê me ye, li ber wî Xwedêyê ku ewî bawer kir, wekî Ew mirîya sax dike û gazî tiştêd tʼunene dike, çawa ku hene.


Îsa wîrʼa got: «Ez rʼast terʼa dibêjim, îro tê tʼevî Min buhiştêda bî».


Wekî din gotî, ewêd ku bona mirîya têne nixumandinê wê çi bikin? Heger mirîyê tʼu car rʼanebin, îdî çima bona mirîya têne nixumandinê?


û ewêd bawerîya Mesîhda jî mirine unda bûne.


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite