Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 10:38 - Peymana Nû (Încîl)

38 Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

38 Lê eger ez wan dikim, hûn ji min bawer nakin jî, dîsa bi karên min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fêm bikin ku Bav bi min re ye û ez bi Bav re me.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

38 Ле ԝәки дькьм, һәгәр һун Мьн баԝәр накьн жи, һәма ԝан кьред кӧ Әз дькьм баԝәр бькьн, ԝәки һун бьзаньбьн у фәʼм кьн, кӧ Бав нава Мьнда йә у Әз нава Ԝида мә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

38 بله هَگو اَز وان تینِمَ جی، حتا هَگو اون قِسا مِن باوار ناگَن، ایمانه بیننَ وان شُلا، گو اون بِزانِن و فام گَن گو بابو ناو مِدایَ و اَز ناو بابودامَ.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 10:38
12 Referans Kwoze  

Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Min werʼa got, lê we bawer nekir. Ew kirêd ku Ez bi navê Bavê Xwe dikim, ew bona Min şeʼdetîyê didin,


Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Niha Ez tême cem Te, Ez îdî ne dinyayêda me, lê ewana dinyayêda ne. Ya Bavê Pîroz! Pê wî navê Xweyî ku Te daye Min van xwey ke, wekî bibin yek, çawa Ez û Tu yek in.


Îsa gava ev yek bihîst, got: «Ev ne nexweşîya mirinê ye, lê bona rʼûmeta Xwedê ye, wekî bi wê yekê rʼûmeta Kurʼê Xwedê bilind be».


Û ewê ku tʼemîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî Rʼuhʼê ku Ewî daye me.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite