Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 10:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

27 Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

27 Пәзед Мьн дәнге Мьн дьбьһен, Әз жи ԝан нас дькьм у әԝ пәй Мьн тен.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 پَزه مِن گوهه خو دِدَنَ دَنگا مِن؛ اَز اَوان ناس دِگَم و اَو دوو مِدا تِن.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 10:27
26 Referans Kwoze  

Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


Ez im şivanê qenc. Ez yêd Xwe nas dikim û yêd Min jî Min nas dikin,


Va Ez li ber derî sekinî me û li dêrî dixim. Heger yek dengê Min bibihê û dêrî li Min veke, Ezê herʼime hindurʼ, tʼevî wî nan bixwim û ewê jî tʼevî Min.


Lê heger yek Xwedê hʼiz dike, ew ji alîyê Wîva naskirî ye.


Bona vê yekê çawa Rʼuhʼê Pîroz dibêje: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên,


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, wext tê û pêrʼa gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kurʼê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn.


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerʼine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tʼu tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanrʼa bikin?


Ew hʼemûyêd ku berî Min hatine diz û qaçax in, lê pêz guhdarîya wan nekirîye.


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Çima hûn tiştêd ku Ez dibêjim feʼm nakin? Çimkî hûn nikarin gotinêd Min bibin.


Û Îsa hʼemûyarʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke û her rʼoj xaçê xwe hilde û li pey Min bê.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Lê belê hʼîmê ku Xwedê danî qedîm dimîne û ev mor ser e: «Xudan yêd pʼara Xwe nas dike» û «Her kesêd ku navê Xudan hildane ser xwe, bira ew ji neheqîyê dûr bin».


Îsa wîrʼa got: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye? Tu pey Min were!»


Lê Ewê bêje: ‹Ez werʼa dibêjim, Ez nizanim ku hûn ji kʼu ne. Ji Min dûr kʼevin, hûn hʼemûyêd ku neheqîyê dikin!›


Paşê Îsa gazî eʼlaletê û şagirtêd Xwe kirin, wanrʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û pey Min bê.


Lê ewî caba wan da got: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, ez we nas nakim›.


Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.


Hingê Ezê aşkere wanrʼa bêjim: ‹Ji Min dûr kʼevin, neheqno! Min hûn tʼu car nas nekirine›.


Evana ew in, yêd ku serê xwe jinarʼa danenîne, ew yêd bikʼir in. Evana pey Berx diçin, kʼuda ku ew diçe. Evana ji nava meriva hatine kʼirʼînê, çawa berê deremeta pêşin ku Xwedê û Berxrʼa bêne dayînê.


Her kʼî ku guhdarîya Wî pʼêxemberî neke, ji nav cimeʼtê wê bê qetandin û undakirinê›.


Îsa lê nihêrʼî, ew hʼiz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Herʼe çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmên hebe. Û pey Min were».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite