Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 1:48 - Peymana Nû (Încîl)

48 Natanyêl jê pirsî: «Çawa min nas dikî?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Hê Fîlîpo gazî te nekiribû, gava ku tu li binê dara hêjîrê rʼûniştî bûyî, Min tu dîtî».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

48 Natanyêl jê pirsî: «Ma tu ji ku derê min nas dikî?» Îsa bersîva wî da: «Beriya ku Filîpos gazî te bike, gava ku tu hê li binê dara hêjîrê rûniştî bûyî, min tu dîtî.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

48 Натанйел же пьрси: «Чаԝа мьн нас дьки?» Иса ле вәгәрʼанд у готе: «Һе Филипо гази тә нәкьрьбу, гава кӧ тӧ ль бьне дара һежире рʼуньшти буйи, Мьн тӧ дити».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

48 نَتَنائیل گُتَ عیسی: «تِ کیدَره دا مِن ناس دِگَی؟» عیسی جیوابا ویدا گُت: «پِش هِنده دا گو فیلیپُس گاز تَ بِگَت، وقته گو تِ بِن وه دارا هَژیره دا بویی، مِن تِ دیتی.»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 1:48
14 Referans Kwoze  

Ne hʼewce bû, ku yekî hindava merivekîda şeʼdetî bida, çimkî Wî dilê meriva zanibû.


Lê çaxê tu dua dikî, bikʼeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwerʼa ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


surʼêd dilê wîda jî wê bêne eʼyankirinê û deverʼû li ber Xwedê bikʼeve, wî bihʼebîne û deng hilde bêje: «Rʼastî jî Xwedê nav weda ye!»


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo


Fîlîpo ji Beytsaydayê bû, ji bajarê Endrawis û Petrûs.


Gava Îsa li dora Xwe nihêrʼî, dît ku eʼlaleteke giran berbi Wî tê, gote Fîlîpo: «Emê nên ji kʼu derê bikʼirʼin, wekî ev merivana bixwin?»


Fîlîpo lê vegerʼand û gotê: «Bahê dusid zîvî nan jî tʼêra van nake, hema wekî her yekîrʼa peʼrîk jî bikʼeve!»


Evana hatine cem Fîlîpoyê ji bajarê Beytsayda Celîlê hîvî jê kirin û gotinê: «Em xulam, em dixwazin Îsa bibînin».


Fîlîpo jêrʼa got: «Xudan, kʼa Bavê nîşanî me ke, besî me ye!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite