Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 1:38 - Peymana Nû (Încîl)

38 Îsa li pişt Xweva vegerʼîya û dît ku wana daye pey Wî tên, wanrʼa got: «Hûn çi dixwazin?» Wana jêrʼa got: «Rʼabbî», ku tê feʼmkirinê: «Dersdar», «Tu li kʼu derê dimînî?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

38 Îsa li pişt xwe zivirî û dît ku ew li pey wî tên. Wî ji wan re got: «Hûn li çi digerin?» Wan jê re got: «Rebbî» – ku bê wergerandin: «Mamoste» – «tu li ku derê dimînî?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

38 Иса ль пьшт Хԝәва вәгәрʼийа у дит кӧ ԝана дайә пәй Ԝи тен, ԝанрʼа гот: «Һун чь дьхԝазьн?» Ԝана жерʼа гот: «Рʼабби», кӧ те фәʼмкьрьне: «Дәрсдар», «Тӧ ль кʼӧ дәре дьмини?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

38 عیسی زُوِری و دیت گو اَو دوو ویرا تِن. گُتَ وان: «اون چه دِخازِن؟» اَوان گُتنَ وی: «رَبّی، تِ کیدَره دِمینی؟» رَبّی آنی ماموستا.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 1:38
30 Referans Kwoze  

Hingê Îsa dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kʼê digerʼin?» Wan got: «Îsayê Nisretê».


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!»


Îsa her tişt zanibû ku wê çi bê serê Wî, pêşda çû û wanrʼa got: «Hûn li kʼê digerʼin?»


Gava wan Îsa li wî berî golê dît, jêrʼa gotin: «Dersdar, Tu kʼengê hatî vê derê?»


Ew şagirt çûne cem Yûhʼenna û jêrʼa gotin: «Dersdar, Ewî ku li wî berî çʼemê Ûrdunê tʼevî te bû û te bona Wî şeʼdetî da, va Ew Xwexa dinixumîne û hʼemû diçine cem Wî».


Bona wê yekê jî gava gazî min kirin, min na-na nekir rʼabûm hatim. Û ez niha dipirsim, we bona çi gazî min kirîye?»


Evana hatine cem Fîlîpoyê ji bajarê Beytsayda Celîlê hîvî jê kirin û gotinê: «Em xulam, em dixwazin Îsa bibînin».


Û çaxê Îsa hate wî cîyî, li jor nihêrʼî û gote wî: «Zexayo! Zû bike ji wir were xwarê, çimkî Ez gerekê îro mala teda bimînim».


Petrûs jî peya bû, çû cem wan meriva û got: «Ez im ewê ku hûn lê digerʼin. Hûn bona çi hatine?»


Xudan ser Petrûsda vegerʼîya li wî nihêrʼî, hingê Petrûs gotina Xudan anî bîra xwe, ku wîrʼa gotibû: «Îro hê berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî».


Û rʼabû hate cem bavê xwe. Lê gava hê dûrva bavê ew dît, dilê wî ser şewitî, berbi wî bezî, ew hʼemêz kir û rʼamûsa.


Pey vê yekêrʼa eʼlaleteke giran tʼevî Îsa diçû û Ew ser wanda vegerʼîya û got:


Xûşkeke wê jî hebû, navê wê Meryem. Ewa ber nigêd Xudan rʼûniştibû û guhdarîya xeberêd Wî dikir.


Lê ew merivê ku cin jê derkʼetibûn lava Wî kir, ku ew jî tʼevî Wî herʼe. Lê Îsa ew verʼêkir û got:


Ev yek ku bihîstin, her du şagirt pey Îsa çûn.


Ewî wanrʼa got: «Werin hûnê bibînin». Wana çû û dît ku Ew li kʼu dimîne. Îdî sihʼet nêzîkî çara bû û wê rʼojê ew li cem Wî man.


Wî wextîda şagirtêd Wî lava jê dikirin û digotinê: «Dersdar, tiştekî bixwe!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite