Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 1:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Ev bû Şeʼdetîya Yûhʼenna: Gava cihûya ji Orşelîmê kʼahîn û lêwî şandin, wekî ji Yûhʼenna bipirsin, ku ew kʼî ye, Yûhʼenna hilda ser xwe,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Şahidiya Yûhenna ev e: Çaxê serekên Cihûyan ji Orşelîmê hin ji kahîn û ji Lêwiyan şandin, da ku ji wî bipirsin: «Tu kî yî?»,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Әв бу Шәʼдәтийа Йуһʼәнна: Гава щьһуйа жь Оршәлиме кʼаһин у леԝи шандьн, ԝәки жь Йуһʼәнна бьпьрсьн, кӧ әԝ кʼи йә, Йуһʼәнна һьлда сәр хԝә,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 اَوَیَ شَهادَتا یحیا وقته گو یهودیا، کاهین گو عالِمِت معبده بون و لاوی گو خِذمَتکاره معبده بون ژه اورشلیمه رِگِرِنَ لاره یحیا گو ژه وی پیسیار گَن «تِ که ای؟»

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 1:19
27 Referans Kwoze  

Cihûya li dora Wî girt û jê pirsîn: «Hʼeta kʼengê Tê me şikêda bihêlî? Heger Tu yî Mesîh, merʼa aşkere bêje!»


Pawlos got: «Yûhʼenna bona gunevegerʼandinê nixumand û cimeʼtêrʼa got: ‹Yê ku pey minrʼa tê bawerîya xwe Wî bînin›, awa gotî Îsa».


Gava Yûhʼenna şixulê xwe ser hevda anî, got: ‹Hûn bona min çawa difikirin, ez kʼî me? Ez ne Ew im, bona kʼîjanî hûn difikirin. Lê va ye Ew pey min tê, ku ez ne hêja me benê çarixêd nigêd Wî vekim›.


Hingê cihûya jê pirsî: «Tê çi nîşanê nîşanî me kî, ku hʼukumê Te heye van tişta bikî?»


Hingê cihûya wî merivê qencbûyîrʼa got: «Îro şemî ye! Qanûn îzinê nade ku tu berʼa xwe hildî».


Li ser vê yekê cihû hevrʼa kʼetine deʼwê û gotin: «Eva çawa dikare bedena Xwe bide me ku em bixwin?»


Cihûya hindava Wîda bîna xwe teng kir, çimkî Wî got: «Nanê ku ji eʼzmên hate xwarê Ez im».


Ew bona şeʼdetîyê hat, wekî bona Rʼonayê şeʼdetîyê bide, ku hʼemû pê wî bawer bikin.


Hingê cihûya jêrʼa got: «Nava çil şeş salada eva pʼaristgeha hatîye çêkirinê. Çawa Tê wê nava sê rʼojada rʼakî?»


Wî merivî çû cihûyarʼa gilî kir, Yê ku ew qenc kirîye Îsa ye.


Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa kʼetin, çimkî Wî ev yekana rʼoja şemîyêda dikirin.


Bona vê yekê cihûya hê dikir ku Wî bikujin, çimkî Wî ne tʼenê rʼoja şemîyê tʼerʼibandibû, lê Xwedê kiribû Bavê Xwe û Xwe himberî Xwedê kiribû.


Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana.


Wî çaxî cihû cejinêda lê digerʼîyan û digotin: «Ew kʼanê ye?»


Cihû eʼcêbmayî diman û digotin: «Evî nexwendîye, ew çawa haqas nivîsar zane?»


Ser vê yekê cihûya got: «Dibe ku evê Xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê herʼimê›?»


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Çima em rʼast nabêjin, ku Tu samerî yî û cina dikʼevî?»


Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›.


Bona vê yekê cihûya jêrʼa got: «Tu hê pêncî salî tʼune yî! Te Birahîm jî dîtîye?»


Li wir cihûya dîsa kevir hildan, ku Wî bidine ber kevira.


Gelek cihû hatibûne serxweşîya Mertʼa û Meryemê, bona mirina birê wan.


Ev e ew gotina ku me ji Wî bihîst û eʼlamî we dikin, ku Xwedê rʼonayî ye û tʼu teʼrî Wîda tʼune.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite