Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yûhenna 1:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav e, wî bi xwe ew da zanîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Тʼӧ кәси тʼӧ щар Хԝәде нәдитийә, ле Йе Тайе Тʼәнейи кӧ хут Хԝәде йә у һʼәмеза Баведа йә, Әԝи Әԝ да әʼйанкьрьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 چه کَسه چه جارا خدا نَدیتیَ. بله اَو تَنیا گور گو لاره بابویَ، اَوی اَو دایَ ناسین.

Gade chapit la Kopi




Yûhenna 1:18
41 Referans Kwoze  

Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, Ew Nixurîyê ser hʼemû eʼfirînarʼa.


Bi vê yekê Ez nabêjim, ku kesekî Bav dîtîye. Ewê ku ji Xwedê ye, tʼenê Ewî Bav dîtîye.


Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.


Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek nizane Kurʼ kʼî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kʼî ye, pêştirî Kurʼ û yêd ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê».


Tʼu kesî Xwedê tʼu cara ne dîtîye. Heger em hevdu hʼiz dikin, Xwedê nava meda dimîne û hʼizkirina Wî dilê meda gihîştîye.


Tʼenê Ewî nemirî ye, nava rʼonayîyêda ye, ku tʼu kes nikare nêzîk bê. Tʼu qûl-benda Ew nedîtîye û ne jî dikare bibîne. Qedir û qudreta hʼeta-hʼetayê Wîrʼa be! Amîn.


Bi vê yekê hʼizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku Ewî Kurʼê Xweyî Tayê Tʼenê şande dinyayê, wekî em bi Wî bijîn.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.


Min Tu wanva dayî eʼyankirinê û Ezê hê bidime eʼyankirinê, wekî ew hʼizkirina ku Te Ez pê hʼiz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim».


Min Tu wan merivava eʼyan kirî, yêd ku Te ji dinyayê dane Min. Ew yêd Te bûn, Te ew dane Min û wana gotina Te xwey kir.


Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›?


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Îşaya aha got, çimkî wî rʼûmeta Îsa dît û li ser Wî xeber da.


Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Yekî ji şagirtêd Wî, yê ku Îsa jê hʼiz dikir, xwe avîtibû hʼemêza Îsa.


Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, tiştê ku em zanin wê dibêjin, tiştê ku me dîtîye şeʼdetîya wê didin. Lê belê hûn şeʼdetîya me qebûl nakin.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite